HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Artêşa tirk a dagirker di 27’ê sibatê de li hemberî qadên parastina medya operasyonên hewayî pêk anîn û 4 hevalên me têvlê refê karwanê şehîdan bun.  Li dijî vê gerîlayên me li Licê di 4’ê adarê de li hemberî konvoya leşkeran çalakiyekî misîleme pêk anîn.

Di encama çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn û wesayitekî zirxî hateye îmaha kirin. Di Heman rojê de artêşa dagirker a tirk rêya ku çalakî lê pêk hatî ji saet 20.00'an û heta saet 06.00'ê sibehê rê li trafîkê girt û li navbera Hanî û Licê amadakariya operasyonekî dike.

2. Di 4’ê Adarê heta niha li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, gundên Kanî Cennetê, Şîfreza û Ciloya biçûk ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2 Adar 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê