HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

15'ê Îlonê saet di 19:57'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16'ê Îlonê saet di 17:40 û 17:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

15'ê Îlonê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê çalakiya sûîqestê hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Îlonê saet di 06:05'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.

2. Li herêma Xakurkê;

17'ê Îlonê saet di 06:30'î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

3. Li herêma Metînayê;

15'ê Îlonê saet di 22:30'î de hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan ku bombe li Qada Berxwedanê ya Dergelê dibarandin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

17'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

15 û 17'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qaden Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar, Sinînê, Lolan û Berbizinê 6 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Sîser, Şehîd Aslan 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Serê Metînayê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf û Şehîd Şerîf 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Golka û Serê Metînayê 7 caran; bi giştî 10 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

17’ê Îlona 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê