HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

-  31'ê Tîrmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin.

-  31'ê Tîrmehê saet di 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

-  31'ê Tîrmehê saet di 08:10, 08:30 û 18:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

-  31'ê Tîrmehê saet di 23:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

-  1'ê Tebaxê saet di 00:10'an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

-  1'ê Tebaxê saet di 06:56'an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên nîv otomatîk ji gelek baskan ve li dagirkeran hate xistin.

2. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

-  31'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

-  30 û 31'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Ava Lolanê, Şehîd Şerîf 8 caran, li herêma Garê qadên Ergenê, Dola Mêranê 3 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

1ê Tebaxa 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê