Çapemenî û Raya Giştî Re!
Ji aliyê yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ve di navbera 12 – 18’ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin.
Li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê û Girê Bahar 7 caran ji hewayê ve li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku me zelal kiriye; 8 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker birîndar bûn, 1 pergala parastina hewayî û 6 çeper hatin derbkirin.
Ev çalakiyana di kesayeta fermandarên fedaî û Apoyî Alan Milazgîr, Berwar Dêrsîm û Sara Tolhildan de ji bo bîranîna tevahî şehîdên me hatiye lidarxistin.
19’ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê