Çapemenî û Raya Giştî Re!
Berxwedan û çalakiyên hevrêyên me yên li tunelên şer û tîmê me yên bi tevger ku bi ruhê fedaî, biryardariya serketinê û îradeya ji pola ya Apoyî lidar dixin, bênavber dewam dikin.
Hevrêyên me ji bo bîranîna Lehengên Zendûrayê ku sala 2021'ê şehîd bûn çalakî lidar xistin. Di encamê de 17 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, 3 kamerayên mobesse û sîstemeke radar hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 37 caran bi teqemeniyan û 24 caran jî bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr bombe li tunelên şer barandin. Qadên berxwedanê 25 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor jî bi obusan hatin bombekirin.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 8'ê Pûşperê saet di 01:00 de li Qada Berxedanê ya Werxelê kamerayên mobesse yên û sîstema radar a dagirkeran li qadê bi cih kirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin îmhakirin. Di encama çalakiyê de 2 mobesse û sîstemeke radarê hatin rûxandin.
– Di 8'ê Pûşperê saet di 15:35'an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê hate xistin. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û dagirkerên ku derb xwarin bi astekê xwe vekişandin.
2. Li Herêma Metîna;
– Di 6'ê Pûşperê de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.
– Di 7'ê Pûşperê saet di 12:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
– Di 8'ê Pûşperê saet di 18:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
– Di 8'ê Pûşperê saet 15:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM kamerayeke mobesse bi sûîqestê hat îmhakirin.
3. Li Herêma Zap;
– Di 8'ê Pûşperê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, li dijî dagirkerên ku hewl didan bi cih bibin hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
– Di 8'ê Pûşperê saet di 14:20 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man bi astekê xwe vekişînin.
– Di 9'ê Pûşperê saet di 00:00 û 02:15'an de li Qada Berxwedanê ya Karker li dijî dagirkeran hêzên me yên YJA Starê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;
– Di 7 û 8'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, dagirkeran li ber tunelên şer ên li Girê Şehîd Akîf agir dadan û hewl dan dû bi ser tunelan ve bişînin.
– Di 8'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tunelên şer ên li Şehîd Hejar û Şehîd Akîf 9 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.
– Di 8'ê Pûşperê saet di 17.30'î de dagirkeran li pêşiya tunelên şer ên li Werxelê agir dadan û hewl dan dû bi ser tunelan ve bişînin. Saet di 18:10'an de bi gazên îsotê êrişî tunelên şer kirin.
– Di 8'ê Pûşperê ji saet 08:00 heta 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 26 caran bi teqemeniyan û 18 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li tunelên şer ên li Şehîd Hewrê hatin barandin.
– 8'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara carekê bi teqemeniyan tunelên şer hatin bombekirin.
5. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:
– 7'ê Pûşperê saet di 18.20'î de li herêma Garê derdora gundê Gûzê bi balafirên şer carekê hate bombekirin.
– 7'ê Pûşperê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.
– 8'ê Pûşperê li herêma Xakurkê, qadên Ava Lolanê û Girê Şehîd Heqî bi obusan hatin bombekirin.
– 8 û 9'ê Pûşperê Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM, Çiyareş, Karker, Şikefta Birîndara bi helîkopterên êrişê 20 caran hatin bombekirin.
– 8 û 9'ê Pûşperê qadên Werxelê, Çiyareş, Şikefta Birîndara, Çemço û Girê Bahar 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
9 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê