Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. Di heman demê de 5 caran bi balafirên şer, 10 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakiyên me û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
– 24'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi eçkên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.
– 24'ê Mijdarê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb li dagirkeran xistin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Tîmên me yên bi tevger saet di 09:30'î de kemîn danîn pêşiya dagirkeran û di encamê de 2 dagirker ceza kirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
– 24'ê Mijdarê saet di 10:30 û 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar 3 caran û li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Felat 5 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
– 24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 3 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 24'ê Mijdarê qadên Serê Metîna û Golka yên herêma Metînayê û Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.
– 24'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro û Girê Cûdî 10 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– 24'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Cûdî û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
25 ê Mijdar a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê