HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser esasê pêngavên şoreşger bi helwesteke mezin a fedaî û ruhê êrîşê didome.

Hêzên me bi tarzên tîmên bi tevger û şerê di tunelan de, gelek taktîkan di nav hev de bi kar tîne, ji Bakur heta Başûr li gelek qadan derbên giran li dagirkeran dixe. Di çalakiyên hêzên me de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 6 dagirker jî hatin birîndarkirin. Dagirkeran 25 caran tunelên şer bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kirine. Di heman demê de Qadên Berxwedanê jî 42 caran bi helîkopter û balafiran bomberdûman kirine û di heman demê de li ser qadan dron geriyane.

Hêzên me yên li herêma Bestayê ji bo ku li cerdevanan nedin, bi hewldan û hesasiyeteke mezin çalakiyên xwe kirine. Fermandarê me yê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel berê jî hişyarî kiribû û em vê hişyariyê dîsa bi bîr dixînin. Divê ew alî vê rastiyê bibînin, bi awayekî cîddî nêzî hişyariyan bibin, tevlî operasyonên li dijî gerîlayan nebin û divê pêşengtiyê ji dagirkeran re nekin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:

1. Di Çerçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Egîdên Botanê ya Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn De;

Di 31’ê Gulanê de dagirkerên di navbera gundên Osyan û Aqîrê yê herêma Bestayê bûne hedefa hêzên me. Ji bo ku cerdevanên gundên Aqîrê tevlî vê operasyonê nebin di 31’ê Gulanê de saet di 04.30’an de ji bo hişyariyê sabotajek bi qestî hate teqandin. Saet di 13.00’an de jî komek dagirkeran xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin. Hêzên me ev dagirker xistine bin kontrola xwe û bi sabotajê li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de pisporê îmhakirina bombeyan jî tê de 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bûye. Ev çalakî ji bo tolhildana hevalên me yên li Bestayê şehîd bûne û ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Pûşperê hatiye kirin.

2. Li Herêma Metîna;

Di 9’ê Pûşperê de saet di 16.00’an de tîmên me yên gerok li Qada Girê Ortê komek dagirker xistine bin kontrola xwe û hêzên me yên YJA Starê saet di 16.50’an de bi çekên otomatîk ên navîn û çekên şexsî li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatine cezakirin û 5 dagirker jî birîndar bûne.

Di 10’ê Pûşperê de saet di 08.40’an de dagirkeran dema hewl dane nêzî tunelên şer ên Qad Berxwedanê ya Girê FM bibin, hêzên me bi çekên şexsî dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran dema ku xwestine cenazeyê dagirkeran bistînin jî, hêzên me dîsa li wan dane, li vir jî dagirkerek hate cezakirin.

Di 10’ê Pûşperê saet 11.40’an de dagirkerên ku xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih bikin, bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 10’ê Pûşperê saet 21:30’î de helîkopterên ku xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dakevin ji aliyê hêzên me ve hatin mudaxelekirin. Piştî mudaxeleyê helîkopterek bêyî ku leşker daxe qadê neçar ma ku ji herêmê derkeve.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 9’ê Pûşperê ji saet 14.30 heya 16.30’an li ber tunelên şer ên Şehîd Akîf ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê dagirkeran ve agir hate pêxistin û hewl hate dayin ku dûman bi ser tunelan ve were şandin.

Di 10’ê Pûşperê de tunelên şer ên Şehîd Zemanî yên li herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî 5 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Di 10’ê Pûşperê saet 05:30’an de tunelên şer ên Şehîd Hewrê ya li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 3 caran bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

Di 10’ê Pûşperê de tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 3 caran bi çekên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Di 10’ê Pûşperê saet 14:30’an de tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Karker 4 caran bi çekên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

Di 10’ê Pûşperê saet 17.44 û 22.30’an tunelên şer ên Werxelê 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:

Di 9 û 10’ê Pûşperê de ji qereqolên sînor Herêmên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Werxelê, Çemço û Kurojahro bi obusan hatiye bombekirin.

Di 9 û 10’ê Pûşperê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Werxelê, Kurojahro, Saca û Çiyareş 15 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin.

Di 10’ê Pûşperê de Herêmên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Werxele, Girê Rûbar, Qele, Çiyareş, Çemço û Kurojahro 26 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 10’ê Pûşperê de li Herêmên Berxwedanê yên Girê FM, Kurojahro û Şikefta Birîndara balafirên keşfê geriyan.

Di 11’ê Pûşperê de herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê FM bi zanebûn hewl didin erd bişewitînin û daran dibirin.

11 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê