Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Heftanînê;
- 3'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li qada Keşanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
- 3'ê Tebaxê saet di 12:00 de li qada Kanî Biyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran hate xistin.
2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
- 2'ê Tebaxê saet di 19:03 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 3'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 3'ê Tebaxê saet di 22:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyekê hate xistin ku li qadê hewl dida rê çêbike. Di encama vê çalakiyê de derb li kepçeyê ket û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
- 3'ê Tebaxê saet di 08:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Piştre saet di 09:30'î de bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin dagirkerek hate cezakirin, cebilxaneyek hate îmhakirin.
- 3'ê Tebaxê saet di 22:32'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker birîndar bûn ku 2 jê çawişên pispor bûn.
- 5'ê Tebaxê saet di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
- 3 û 4'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
- 3 û 4'ê Tebaxê li Herêma Xakurkê qadên Lolan, Şehîd Şerîf, Kendakola, Sinînê 12 caran, li Herêma Garê qadên Dêrîk, Gûzê, Deşta Kafya, Şikeftiya, Girê 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 4 û 5'ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê û li Herêma Xakurkê jî Qada Kendakolayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
5ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê