HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

 Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

 

23'ê Tîrmehê saet 23'an li dijî konvoyeke ji wesayitên zirxî yên artêşa TC a dagirker ku ji navçeya Gever a Colemêrgê diçû navçeya Şemzînanê, hêzên me li nêzî gundê Pagê çalakiyek kirin. Gule li hemû wesayitên di konvoyê de hatin reşandin û derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî het. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

24'ê Tirîmehê saet 04:30'î, li dijî girê ewlekariya qereqolên Meleyan û Tisê yên li herêma Xumarok a navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li dijî leşkerên dijmin çalakiyek hate kirin. Ji pênc baskan ve hêzên me li kozik û stargehên dijmin xistin û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin, 2 leşkerên dijmin jî hatin kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê heman rojê saet 8'an li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk anî. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 leşker hatin kuştin.

 

25’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê