Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîrzo û Şehîd Agirî de çalakiyên hêzên me;
1. 28'ê Gulanê saet 11'an, hêzên me li dijî qereqola Tisê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Heman rojê saet 17:20'î gerîlayên me yên YJA STAR’ê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Sîdeka ya Başûrê Kurdistanê çalakî hatiye kirin û got, Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û konên dijmin hatin xistin, bi qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê.
28'ê Gulanê saet 19:10'î gerîlayên me li dijî dagirkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin, lê belê li ser hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn agahiyeke zelal bi dest neket.
Li navçeya Çelê, 24'ê Gulanê hêzên me li dijî çeperên eskerên li Girê Şûndirê 2 çalakî hatin lidarxistin. Lê hejmara kuştî û birîndaran diyar nebû.
2. 27'ê Gulanê artêşa TC a dagirker hewl da bi helîkopterên Skorsky leşkeran deyne qereqola Bîlgeçê ya li navçeya Pulur a Dersimê. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de hêzên me heman rojê saet 17:20'î li helîkopterên ku hewl didan leşkeran deynin xistin. Helîkoptereke ku derb xwar, bêyî ku leşkeran deyne neçar ma ji herêmê biçe.
3. Roja 28'ê Gulanê saet 10:20'î li dijî artêşa TC a dagirker ku hewl dida li ser rêya Tetwan û Xîzanê benda kontrolê deyne, çalakiyek hate kirin. Gule li yekîneya dijmin hate reşandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Yekîneya dijmin a hewl dida benda kontrolê deyne, neçar ma xwe vekişîne.
4. 25'ê Adarê li Geliyê Kontranisê yê Colemêrgê bi desteka balafirên bê mirov operasyon hate kirin heman rojê saet 18:00, hêzên me li dijî yekîneyeke veşartî ya tevlî operasyonê bû xistin. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin ahte xistin û 6 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
26'ê Gulanê di navbera gerîlla û hêzên operasyonê de şer giran bû. Di şer de eskerek hat kuştin û 3 esker jî birîndar bûn. Gerîllayê me bi navê Ayhan Sonmez bi birîndarî dîl hat girtin.
5. Beriya nihya ragihandibû ku 26'ê Gulanê li dijî qereqola li Şemzînanê çalakiyek pêk hat û di encamê de 3 endamên hêzên taybet hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de 2 gerîllayên me bi ruheke fedayî şer kirin û gihiştin asta şehadetê.
Nasnameya gerîllayên me yên şehîd bûne wiha ye:
Nasnav: Kulîlk Dîlan Nav paşnav: Şeyma Aydin Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Famîle-Temel Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2018 / Colemêrg
|
Kulilk – Şeyma Aydın
Nasnav: Rêzan Rûken Nav paşnav: Mahmût Ûgûn Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Ferîde-Cîbrî Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2018 / Colemêrg
|
Rezan – Mahmut Uğun
Hevala me Kulîlk Dîlan li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Tevî ku koçî metropolên Tirkiyeyê kir jî malbatê nirxên xwe yên welatparêziyê parast. Hevala me Kulîlk jî di nava malbateke wiha de mezin bû û hestên wê yên welatparêziyê gelekî xurt bûn. Dema ku dijmin bi destê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gel û nirxên Kurdan kir, hevala me Kulîlk tevlî nava refên têkoşînê bû û ji roja destpêkê ve hewl da bibe gerîlayeke şareza. Bi îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo xwe xemiland û bû gerîlayeke serketî ya YJA Starê. Bû yek ji wan hevalên me ku bi rengekî çalak tevlî şerê 3 salên dawî yên li dijî faşîzma TC bû. Û li her cihê lê ma, bi fedakarî tevlî kar bû.
Hevalê me Rêzan Rûken li navçeya Karaçoban a Erzîromê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û di emrekî ciwan de kedkarî nas kir. Dema ku li înşaetê karker bû cihê xwe di nava karê ciwanan de girt. Piştî demekê tevlî karê milîstiyê bû. Li dijî zextên giran ên dijmin ên li ser gelê me, ji bo bi rengekî çalak têbikoşe, tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakariyê her tim li pêş bû. Bi sekna xwe ya têgihiştî û dilpak, bandor li derdora xwe dikir. Bi hestên xurt ên welatparêziyê tevlî nava refên têkoşînê bû û hewl da bibe milîtanekî baş ê Rêber Apo. Di demeke kin de bû gerîlayekî şareza. Li xeta Şemzînanê di şerê dijî dijmin de kedeke mezin da.
Em careke din soz didin ku heta Kurdistanê azad bikin ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
29’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê