Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera 15-20’ê Kanûnê li navçeya Amedê Pîranê li dijî herêma Gorsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Herêm ji aliyê balefirên şer û helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin herweha çend caran jî di navbera gerîla yê me leşkerên artêşa dagirker de pevçûn qewimîye. Artêşa dagirker a tirk ku şert û mercên zivîstanî weke derfet nîrxandiye û li dijî gerîla yê me xwestiye bi operasyoneke bi vî rengî encam bigre. Di encama êrîş û pevçûnên nêzî hefteyekê berdewam kirî de tu wendahiyê gerîla yê me çênebûye. Li gel vê du gerîla yê me yê bi navê Berxwedan – Yalçın Yanar û Hamza – Mehmet Salîh Narîn – Hevalê Berxwedan birîndar e- dîl dikevin dest dijmin. Agahiyên di çapemeniya dijmin de derbas dibin rastiyê nîşan nade, bi vê weke berhemê şerê qirêj û psîkolojîk xwestine moralê gelê me xira bikin û binkeftina xwe veşêre. Bi vê armancê ji aliyê çapemeniya şerê taybet nûçeyên derew hatiye belavkirin.
2. Di 31’ê Kanûnê de li navçeya Amedê Kayapinarê li taxa Huzurevlerî du însanê me yê bi rûmet k udi xebatên xwe parastinê de bûn bi navê Metîn Kar û Agît Altan ji aliyê polîsên faşîst bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku van ewladên xwe yê mêrxas ê şehîd ketine bi ruhê serhildanê pêşwazî bike û li dijî komkujiya li ser gelê kurd tê ferz kirin berxwedana xwe xurt bike.
3. Di meha Kanûnê de li dijî herêma Cûdî operasyoneke berfireh a 13 rojan hatibû lidarxistin. Agahiya şehadeta hevala me Zîlan Bagok gihîşt dest me.
Nasnav: Zîlan Bagok |
Hevala Zîlan di sala 1985’an de li Mêrdînê li derdoreke welatparêz hatiye dinê û mezin bûye. Ew ji bo meşa xwe azadiyê pêk bîne bi hêvî û xwestek ji bo tevlî nava refê gerîla bibe, di sala 2002’an de li çiyayên Kurdistanê dest bi tekoşînê dike. Hevala Zîlan a pêwistiya azadiya jinê hîn di sîstemê de dibîne bi biryardarî dest bi meşa azadiyê dike. Navê xwe jî ji Şehîd Zîlan girtiye û li pey şopa wê her dem meşiyaye.
Li herêmên weke Garê, Metîna, Zagros, Zap û Botanê maye û tecrûbeyên xwe bi xebatên xwe herdem nîşan dida. Hevala Zîlan her dem ji dil didît ku çiyayên azad di riya Rêbertiya PKK’ê û şehîdan de her dem hêzeke pir xurt dide jinê û weke fermandareke jin di hemû kar û xebatê girtiye ser milê xwe bi serkeftî bi cîh aniye. Herî dawî di operasyona li Cûdî de tevlî nava refê nemiran bûye.
2 Çile 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê