ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk a dagirker, li xeta sînor a navçeya Şirnex Qilaban û Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên xwe dewam dike. Artêşa Tirk a ku qada operasyonê bi 2 balafirên keşfê kontrol dike, veguhastina xwe ya leşkerî jî bi tundî dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker her wiha li xeta sînor a navçeya Colemêrg Şemzînan û Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên xwe dewam dike.
1. Di 21'ê Sibatê, Danê nîvro li hemberî qadên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiyê yên Heftanînê bi obus û hawanan êrîş hatiye kirin, vê êrîş heta 22'ê Sibatê danê nîvro dem bi dem dewam kiriye.
2. Di 22'ê Sibatê saet di 07:30 de, hêzên artêşa Tirk a dagiker li qadên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiyê bi helîkopterên kobra û skorsky û balafirên keşfê derketiye operasyonê û xwestiye bi pêş ve biçe. Di encama lêdana hêzên me de, hêzên dijmin darbe xwariye û neçar maye xwe qedemeyekê vekişîne.
3. Artêşa Tirk a dagirker ev operasyona xwe ji 21'ê Sibatê û pê ve li başûrê qada Kaşûra ya li rojhilatê Heftanînê belav kiriye. Di vê çarçoveyê de di navbera saet 06:00 û 07:00 ên 22'ê Sibatê de li hemberî girên Kuro Şîno û Dêrsim ên qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa bi obus û hawanan hatiye kirin.
4. Di 21'ê Sibatê saet di navbera 08:30 û 09:00 de piştî keşfa helîkopterên şer ên kobra li girê Gostê yê Şemzînanê, ji bo qereqola gundê Sûnê yê herêma Gerdiya, konvoyek ji 50 maşînan li gel 7 helîkopterên kobra leşker û cebilxane veguhastiye.
5. Di 21'ê Sibatê saet di navbera 14:00 û 21:30 de, li qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker, geriyane.
22 Sibat 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê