Ji çapemenî û raya giştî re!
Tevî ku xûsûsa herî girîng a dewamiya agirbesta bi dewleta TC a dagirker re hatiye kirin rawestandina hemû karên leşkerî ye jî, hêzên devleta dagirker a Tirk li gorî vê tevnagerin, çêkirina rêyên leşkerî û qereqolan dewam dikin. Lewma karê ku bi vî armancî li sînorê Heftanînê tê meşandin, gefê li ewlekariya gerîla dixun. Tevî hemû hişyarî û adxuyaniyan jî ev tevgera leşkerî dewam kiriye û vê yekê bingehek ji şer re afirandiye. Gerîla jî di çarçoveya mafê xwe yê parastina rewa de dest li rewşê werdaye. Şer û pevçûnên li ser xeta sînor a Heftanîn û navçeya Şirnex Qilabanê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de;
1. Di 6'ê Adarê saet di 07:30 de, di navbera leşkerên artêşa Tirk ya dagirker a bi maşînên zirxî ber bi girê Şehîd Kendal ê qada Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bi pêş ve diçû û gerîlayên me de şerekî dijwar rû daye. Di şer de li gorî tespîtan 4 çawişê pispor mirine, gelek leşker birîndar bûne û derb li du maşînên zirxî hatine xistin. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi 2 helîkopterên skorsky ji qadê derxistiye. Dijmin piştî şer bi obus û hawanan êrîşî girê Şehîd Kendal û Deşta Kûranîşê kir.
Di heman rojê saet di 13:30 de artêşa Tirk a dagirker bi 7 maşînên zirxî re hewl da ji nû ve êrîşî qada Şehîd Kendal bike, li qadê saet li dora 15:30 şer giran bûye. Ji ber berxwedana xurt a gerîlayên me, dijmin neçar maye gavekê paşve biavêje û li şûna xwe rawest e. Di dema şer de saet di navbera 14:00 û 14:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bi awayek nizim li ser qada Şehîd Kendal firiyane, di heman demê de bi topên hawan û obusan qada Şehîd Kendal û Deşta Kûranîşê hatine bombekirin.
Di 7'ê Adarê saet di 05:30 de, artêşa Tirk a dagirker xwest bi 5 maşînên zirxî careke din dest li qada şer werde, li ser bersivdayîna gerîlayên me saet di 06:30 de şer derketiye. Şer û pevçûnên li herêmê hînê dewam dike.
2. Li herêma gire Şêr a girêdayî navçeya Omeriyan a Mêrdînê, girêdayî artêşa dagirker a Tirk yekîneyêk veşartî faliyetên keşfê dikin, her weha leşkerên girêdayî artêşa dagirker a Tirk bi maşînên zirxî devriye li gondên giredayî Omeryana Mêrdînê pêk tînin.
7 Adar 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê