Ji çapemenî û raya giştî re’
1. Di 2’ê mijdarê ji saet 19.00’an heta 3’ê mijdarê saet 02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Herguş û Govendê ku bi ser Zagrosê ne û li dijî tevahiya herêmê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Ji 1’ê mijdarê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Xakurkê û Sîro, Geliyê Reş û Berçemanê ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Di encama êrîşande gerîla yê me yê bi navê Dilşad (Xalid Süleyman) gihîştiye şahadetê.
Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;
3 Mijdar 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê