HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Li Qada Berxwedana Werxelê ya li herêma Avaşînê;

8’ê Cotmehê ji saetên êvarê, artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi çekên giran Qada Berxwedana Werxelê bombe kir, xwest pêşde biçe.

Di encama destwerdana şervanên me yên Berxwedana Werxelê de pevçûn rû dan û dagirkeran nekarî bi pêş ve biçin. Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi dijwarî li dijî Herêmên Berxwedanê bi kar tîne, hemû rêgezên şerê navnetewî paşguh dike. Tevî hemû êrîş û bangên teslîmiyetê yên vala, Şervanên me yên Werxelê bi vîna milîtaniya Apoyî berxwedana xwe ya dîrokî didomînin.

2. Operasyona dagirkeriyê ya berfireh a ku dewleta Tirk a faşîst û dagirker di şeva 23’ê Nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dabû destpêkirin, bi yek ji berxwedanên herî xurt a di dîroka me de ya ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re rû bi rû ma. Dewleta Tirk a sûcdarê şer ku nikarîbû bigihîje armancên xwe yên qirêj, ji bo ku dorpêça dijî ji holê rake, ji hewayê û bejahiyê ve gelek caran Herêmên Berxwedanê bombebaran kir, lê belê hemû êrîşên wê bi hostayî hatin vala derxistin. Dewleta Tirk a ku bi vê yekê nekarî encamê bigire, bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî hem sûcê şer û hem jî sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Tevî êrîşên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker, hevrêyên me yên ku di bin şert û mercên herî dijwar de li Werxelê berxwedaneke bi heybet didomînin, li dijî êrîşên dagirkeran berxwedanê bilind dikin û bi pratîkek bêhempa careke din nîşan dan ku ew milîtanên hêja yên Rêberê me, Şehîdên me û gelê me ne. Hevrêyên me Cûmalî, Çavrê, Amara, Mahîr û Dilvîn ên ku serbilindahiya Têkoşîna me ya Azadiyê ne, di êrîşên kîmyewî yên nemerdane ên dewleta Tirk a dagirker a 5'ê Cotmehê li Werxelê pêkanî de, heta nefesa xwe ya dawî li berxwe dan û bûn nemir. Berxwedana şehîdên me yên pîroz û agahiyên nasnameya wan ên berfireh wê piştre bi gelê me yê welatparêzê ku Egîd’an diafirîne û raya giştî re were parvekirin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Herêma Heftanînê:

8’ê Cotmehê saet 11:20’î dagirkerên li silsileya Girê Koordîne ya devera Pîrbûla ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de cihên hatin hedefkirin, hatin lêdan.

4. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê:

8’ê Cotmehê saet 15:00’an dagikerên li Kela Bêdewê hêzên me yên YJA Star bi çekên giran li wan dan. 9’ê Cotmehê saet 06:55’an dagikerên li Girê Şehîd Serxwebûn jî bûn hedefa çekên giran ên hêzên me. Di van du çalakiyên hatin kirin de, hedefên hatibûn nîşandan hatin lêdan û li ser windahiyên dagikeran agahiyên zelal nehatin girtin.

5. 8’ê Cotmehê saet navbera 09:50-15:00’an de tevgera helîkopteran li devera Banista û Tabûra Ereba a Avaşînê çêbû.

8’ê Tîrmehê saet navbera 10:00-19:00’an, balafirên şer bombe li Kanîserkê, Yekmalê û Çemankê yên girêdayî Garê û gundê Çemrobotkî barandin.

8’ê Cotmehê saet 09:50’an û navbera 14:30-15:00’an tevgera helîkopteran li devera Banista û Tabûra Ereba a Avaşînê çêbû.

8’ê Cotmehê saet navbera 20-30-21:30’î, helîkopterên êrîşê devera Tîpa T a Zapê bombe kirin.

8’ê Cotmehê saet navbera 20:30-00:20’î, tevgera helîkopteran li deverên Marvanos, Tabûra Ereba, Werxelê, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman ên Avaşînê çêbû. Heman saetan, helîkopterên êrîşê bombe li Girê Şehîd Rizgar û devera Werxelê barandin.

9’ê Cotmeha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê