Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 7’ê Gulanê de Fermandariya meya Biryargeha Navendî a HPG’ê daxuyaniyek da bû û dabû diyarkirin ku, em dê li ser banga Rêbertiya me û çarçoveya biryara tevgera me, dê ji 8’ê Gulanê û vir ve hêzên meyê gêrîlaya ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi vekişînê bikin.
Yekîneya 15 kesî ya gêrîlayên me ji Bakûrê Kurdistanê roja 14’ê Gulanê di demjimêrên sibehê de gihane Herêmên Parastina yên Medyayê.
14 Gulan 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê