HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Artêşa Tirk ji ber berxwedana Zapê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekariye encamekê bistîne û li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar aniye.

Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnan sûc e û li gorî normên şer jî tirs û nemerdî ye. Hêzên me yên li qada Zapê ji bo cezayê vî sûcê dermirovahiyê bide, di 24’ê Gulanê de Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger ên berfireh dane destpêkirin. Gelek tîmên nîvtevgerî û bi tevger bi awayekî koordîne bi taktîkên dewlemend li Zapê gelek dagirkerên sûcên şer kirine, ceza kirine. Ev Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşgerî ji bo tolhildana 8 rêhevalên me yên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş di bin fermandariya heval Rohat û Şevîn de di dema şer de şehîd bûne, hatiye lidarxistin.

Artêşa Tirk û medyaya şerê taybet a dewleta Tirk rastiya şerê li Zapê û destana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hemû kesan vedişêre û ji bo vê her dem derewan dike. Di encama vê operasyona hêzên me de, neçar dimînin ku beşeke mirî û birîndarên xwe eşkere bikin û bi tenê 5 miriyên xwe eşkere kirine. Hêzên me bi vê sixtekariya artêşa Tirk a ku rûmeta xwe ya leşkerî winda kiriye û ya medyaya şerê taybet a Tirk dizanin, çûne ser cenazeyê 18 dagirkerên hatine cezakirin, wekî delîl gelek çek û alavên leşkerî jî desteser kirine. Li Kurojahro û Qadên Berxwedanê yên Çiyareş di encama Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî de, 2 jê fermandarên rayedar 26 dagirker ceza kirin.

Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa Tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlekekî êrîşê, êlekekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin.

Detayên Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî wisa ne;

1. Dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Çiyareş a Zapê bomberdûman kirine. Hêzên me ev dagirker xistine bin kontrola xwe. Ev dagirkerên ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin, di 24’ê Gulanê de bi Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya hêzên me hatine cezakirin. Tîmên me yên nîvtevgerî bi ruhê êrîşa Apoyî û serfiraziyê vê çalakiya bi koordîne kirine.

Tîmên me yên nîvtevgerî ev dagirker xistine bin kontrola xwe û saet di 05.00’an de bi taktîkên xweberdana nav dagirkeran û serdegirtinê de bi çalakiyên koordîne yên gerîlayan li dijmin dane. Milê yekemîn ê operasyonê 3 konên leşkerî û 2 çeper kirine hedef, bombeyên destan avêtine nav van deran û bi çekên ferdî li van deran dane. Hêzên me girtine ser dagirkerên ku 2 fermandarên payebilind ên dagirker jî di nav de hebûne û zûzûka çeper û kon îmha kirine. Li vê derê 2 jê fermandarên payebilind bi giştî 7 dagirker hatine cezakirin. Hêzên me kontrola qadê xistine destê xwe û çûne ser dagirkeran. Hêzên me çekeke M-16 a portatîf a fermandarê payebilind ê dagirker, demançeyek, telefoneke destan, gustîlkeke dibistana leşkerî û êlekekî êrişê desteser kirine. Hêzên me di heman demê de çûne ser cenazeyên dagirkeran, çekeke M-16, çekeke bombeavêj û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine.

Şaxê duyemîn ê operasyonê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li 2 çeper û konekî leşkerî dane. Tîmên me yên nîvtevgerî xwe bera nav çeperan dane, ji 10 metreyan li dagirkeran dane. Hêzên me di nava demeke kurt de ev der jî xistine bin kontrola xwe û çûne ser cenazeyê 5 dagirkeran, çekeke MPT, çekeke bombeavêj û êlekekî ji pola desteser kirine.

Dagirkerên ku li herêmê ne û xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûne hedefa hêzên me. Li vê derê hatiye tespîtkirin ku herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin.

Vê Operasyona Tolhildanê a Şoreşgerî bi giştî di 12 deqîqeyan de wekî birûskê hatiye kirin. Di vê operasyona şoreşgerî de 2 jê fermandarên payebilind herî kêm 18 dagirker hatine cezakirin. Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa Tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me çûne ser cenazeyê 12 dagirkeran, gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlekekî êrîşê, êlekekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin.

Di dema Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî de hevalê me Mahîr Mazlûm bi ruhekî fedaî çûye ser dagirkeran, fîşeka pêşîn bera dagirkeran daye, ji ser dagirkeran 2 çek rakiriye û di dema vekişandinê de hevalê me Mahîr Mazlûm di şer de şehîd bûye.

Nasnameya hevalê Mahir wiha ye:

Navê Kod: Mahir Mazlum
Nav û Paşnav: Mehmet Aslan
Cîhê jidayikbûnê: Riha
Dayik – Bav: Rahime – Mehmet Ali
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
24 ê Gulan a 2022 / Zap

Mahir – Mehmet Aslan

Hevreyê me Mahîr dema ku Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya ku di 24’ê Gulanê de li dijî dagirkeran hate lidarxistin, bi ruhê fêdayî yê Apoyî bi vedizî kete nav çeperên dijmin û têkneçûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê carek din nîşan da. Hevreyê me Mahîr weke yek ji nûnerên kevneşopiya Îbrahîmî ya li dijî Nemrûdên zalim, bû lehengê destana ji bo gelê Kurd ji bajarê pîroz Rihayê heta çiyayên serhildêr ên Kurdistanê dirêj dibe ye. Hevreyê me Mahîr ku li dijî qirkirina gelê me, bi ruhê azad ku dilê xwe de hildigirt têkoşîn hilbijart, di sala 2015’an de ji Ewropayê tevlî nava refên gerîla bû. Hevreyê me Mahîr ku rûyê xwe ji jiyana sexte ya Ewropayê zivirand ber bi çiyayên Kurdistanê, qibleya heqîqetê. Di demek kin de fêrî jiyana gerîla û çiyayî ya ku xeyala wî ya zarokatiyê bû û bû gerîlayek jêhatî.

Di demên herî dijwar ên şer de li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dewleta Tirk şer kiriye û her carê nîşan da ku hewldana dagirkirina Kurdistanê bê berdêl nabe. Bi lêhûrbûna xwe ya li ser Gerîlaya Modernîteya Demokratîk, her tim xwest biçe qadên herî dijwar ên şer û bi tecrûbeya xwe ya leşkerî xwestiye tola xwe ji dijmin hilîne.  Hevreyê me Mahîr ku di heman demê de fermandariya timê girt ser xwe hem gelek hevalan perwerde kiriye hem jî di her wateyê de ji wan re pêşengtî kiriye. Di êrişên dagirkeriyê li dijî Zapê ya dijmin de di nava tîma tevgerî de cihê xwe girtiye û tevlî gelek çalakiyên ku li dijî dijmin lidarxistine, bûye. Di çalakiya ku 24’ê Gulanê danê sibehê pêk hat de hevreyê me Mahîr ku yek jî pêşengên ruhê Apoyî ye, çû ser cenazayê dijmin dest danîn ser çek û alavên leşkerî. Hevreyê me Mahîr ku piştî çalakiyê di dema vekişînê de şehîd bû, bû yek jî fermandarên sembol ên berxwedana Zapê ya dîrokî. Hevrêyê me Mahîr bi ruhê bilind a fethê, werekî, biryardariya xwe  ji hevalên me re bibe mînak.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata welatparêz ya hevreyê me Mahîr, ji gelê Rihayê û ji hemû gelên Kurdistanê ên welatparêz re dixwazin.

2. Di 24’ê Gulanê saet di 09.30’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Şemdîn a Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê bûn, tîmên me yên nîvtevger ji du milan ve xwe bera nav dagirkeran dane û li dagirkeran dane. Hêzên me taktîkên serdema nû di nav hev de bi xurtî bi kar anîne. Kitekitên li ser van çalakiyan jî wisa ye

Şaxa yekemîn a operasyonê ji nêz ve li çepereke dagirkeran daye. Di vê çeperê de 2 dagirker hebûn û her 2 dagirker hatine cezakirin, çeper jî hatiye îmhakirin. Şaxa duyemîn a operasyonê jî çepereke din kirine hedef û bi bombeyên destan û çekên ferdî li vê çeperê dane. Bi lêdana pêşîn re dagirkeran dev ji çeperên xwe berdane û reviyane. Hêzên me çepera li vir îmha kirine. Dagirkeran dema ku xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûne hedefa hêzên me,li vir jî 4 dagirker hatine cezakirin. Tîmên me yên nîvgerok çûne ser çepera dagirkeran, 2 dagirkerên din jî ceza kirine. Hêzên me li vir çekeke BKC, 150 fîşekên BKC û dûrbîneke termal desteser kirine. Hêzên me li çepereke din jî dane û ew çeper jî hatiye îmhakirin.

Di vê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de ya ku tîmên me yên nîvgerok wekî birûskê kirine, 8 dagirker hatine cezakirin, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC, dûrbîneke termal hatiye desteserkirin û 3 çeper hatine îmhakirin.

 

25 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê