HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 3’ê Kanûnê de li navçeya Amedê Lîcê di navbera gundê Mêrg û Mehmed Elî de ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin ê derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye.

Pevçûna ji saet 21.00’an heta saet 04.00’an berdewam kirî de, bi dijwarî herêm ji aliyê helîkopterên kobra û maşînên bi zirxî hatiye bombekirin. Di van pevçûnan de 3 gerîla yê me bi berxwedanî şer kirine û gihîştine şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ên di van pevçûnan de jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

 

Nasnameya hevalên me yê gihîştiye şahadetê;

Nasnav: Xeyrî Durmuş
Nav û paşnav: Îsa Mîraîmîlan
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1986 / Maku
Navê dayik û bav: Nigar – Ferdan
Sal û cihê tevlêbûnê: 2001 / Maku
Dîrok û cihê şahadetê: 3 Kanûn 2011 / Lîce, Amed

Nasnav: Agît Pîro
Nav û paşnav: Agît Acer
Cîhê jidayikbûnê: Piran, Amed
Sal û cihê tevlêbûnê: 2011 / Amed
Dîrok û cihê şahadetê: 3 Kanûn 2011 / Lîce, Amed

Nasnav: Canfeda Şoreş
Nav û paşnav: Tayyîp Argin
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Sal û cihê tevlêbûnê: 2011 / Amed
Dîrok û cihê şahadetê: 3 Kanûn 2011 / Lîce, Amed

Di vê berxwedana bi lehengî de 3 şervanê mêrxas ê gelê Kurdistanê tevlî nava karwanê şehîdan bûye. Hevalê Xeyrî yê di sala 2001’an de tevlî nava refê gerîla bûye ji Makuyê ye. Girêdana wî ji Rojhilatê Kurdistanê destpêkiri bi tevlêbûna xwe ya pîroz di qadên Bakur de tacîdar kir. Di heman pevçûnê de Hevalê Agît û Canfeda jî gihîştiye şahadetê. Ev her du heval jî ji heman herêmê tevlî nava refê gerîla bibûn. Van hevalê me xwe bi çanda berxwedanî û şiyariyê perwerde kiribûn û bi armanca serkeftineke pîroz tekoşîna xwe xwestine li çiyayên azad berdewam bikin.

Li dijî her cure êrîşên artêşa dagirker tevgera me berxwedaneke binneketiye nîşandaye, şehîdê xwe bi rêzdarî bibîr tîne û em biryardariya xwe ya layiqbûna van her sê hevalê xwe dubare dikin.

5 Kanûn 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê