HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

Roja 26'ê Hezîrana 2017'an, li nêzî gundê Sesmala yê herêma Akdag a Amedê, bi desteka balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra û balafirên keşfê, artêşa Tirk dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê êrîşê de ku bi teknîkeke giran hate kirin, 11 hevrêyên me yên bi fermandariya fermandar Aşût (Şabahattîn Çolak) bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.

Hevrêyê me şehîd Aşût hevrêyekî dilnizm bû ku salên dûr û dirêj li Bakurê Kurdistanê wezîfe kir û li ber hemû zor û zehmetiyan rabû. Hevrêyê me Aşût, ku di nava her şert û mercî de bû sembola durustî, fedakarî, dilsozî û samimiyetê, berpirsyariyên ketin ser milê xwe bi cih anî û di nava têkoşîna me ya azadiyê de gelekî hewl da. Fermandar Aşût ku di nava ji jiyanê de her dilnizm û hevrê bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkariyê li her cihî jiyana rêxistinî hûnand. Her tim hewl da ji derdora xwe re qala têkoşînê bike û bide fêhmkirin.

Hevrê Arjîn, di têkoşîna xwe ya demdirêj a nava refên azadiyê de, hevrêyên xwe yên jin hîn kir ku bi şer mirov azad dibin û bû yek ji pêşengên vê jiyanê.

Hevrê Aşût û Arjîn, bi koma xwe ya li dijî teknolojiya giran a artêşa TC a faşîst heta dawiyê şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Ev her 11 hevrêyên me ji rastiya Rêbertî şaş nebûn û timî ber bi serketinê ve meşiyan. Di şexsê hevrê Şehîd Aşût û Arjîn de em her 11 hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan bi cih bînin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Alaaddîn Tîrêj

Nav paşnav: Serhat Bayram

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Aysel-Salih

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017/Amed

Alaaddin – Serhat Bayram

 Nasnav: Arjîn Amed

Nav paşnav: Şukran Turk

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Laîka-Cemal

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Arjin – Şükran Türk

 

 

 Nasnav: Aşût Star

Nav paşnav: Şahabettîn Çotak

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Kezban-Bakî

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Aşut – Şahabettin Çotak

 

 

Nasnav: Çiyager Peyman

Nav paşnav: Mehmet Salîh Yaşar

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Rahîme-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Çiyager – Mehmet Salih Yaşar

 

 

Nasnav: Erdal Tolhildan

Nav paşnav: Ahmet Sîder

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Halîme-Tahîr

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Erdal – Ahmet Sider

 

 

Nasnav: Fedakar Amed

Nav paşnav: Şaban Çîftçîoglû

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Fevziye Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Fedakar – Şaban Çiftçioğlu

 

 Nasnav: Hakî Bîtlîs

Nav paşnav: Mûstafa Yalçinkaya

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Mensûde-Medenî

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Haki – Mustafa Yalçınkaya

 

Nasnav: Jînda Adar

Nav paşnav: Makbûle Gîzlemîş

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Perîhan-Seyîthan

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Jinda – Makbule Gizlemiş

 

Nasnav: Koçer Peyman

Nav paşnav: Mehmet Nûrî Ozçelîk

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Kezban-Medenî

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Koçer – Mehmet Nuri Özçelik

 

 Nasnav: Şoreşger Amed

Nav paşnav: Genco Aslan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Hanîfe-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

Şoreşger – Genco Aslan

 

Nasnav: Xecê Şahrûd

Nav paşnav: Esra Ozcan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Sevîm-Mehmet Nesîm

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed

 

7'ê İlonê 2017

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê