Ji çapemenî û raya giştî rê!
1. Di 2'ê Îlonê de di saet 22.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve tevgereke şoreşgerî ya bi navê Şehîd Adil û Şehîd Nûda hatiye lidarxistin. Di çarçoveya vê tevgerê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê, gir û avahiyên li derdora wê, baregehên leşkerî yên Çeper, Bêbasokê, Bayrak, Avahiya Tûgayê, Alaya Mezrayê, Qereqola cendermeyan û Girê Ewlekariyê yên polîs û tîmên tevgera taybet, çeperên wan ê ewlekariyê, mala qeymeqamê Bêşebabê, Konaxa Hukumetê û hemû saziyên dewletê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, hemû riyên çûn û hatina Bêşbabê ketiye bin kontrola gerîlayên me.
Gerîlayên me yê di nava 15'ê deqeyan de hemû baregeh û çeperên li navendê yên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye hedefgirtin, ketiye destê gerîlayên me, kozikên nobedariyê yên polîs, tîmên tevgera taybet hemû hatine rûxandin. Gerîlayên me girê di nava navçeyên de ye û ji aliyê cendermeyan ve dihat girtin xistine û ketiye destê gerîlayên me, baregehên polîsan ên li pêşiya qeymeqamiyêne hatine rûxandin. Gerîlayên me yê avahiya qeymeqamiyê xistine destê xwe, li vir di encama lêgerînê de gelek alavên teknîkî yên di nava avahiyê de desteserkirine û avahî hemû bi alavên hundirê wê ve şewitandine û tunekirine. Hemû polîs û tîmên tevgera taybet ên di nava bajêr de çeperên xwe hiştine û reviyane fermandariya tûgayê. Gerîlayên me herweha pira li ser riya Şirnex-Bêşebabê jî rûxandine.
Gerîlayên me yê beşeke mezin ê Girê Bayrak rûxandine, Alaya Mezra û Fermandariya Tûgayê jî bi awayeke bandor hatiye lêdan. Gerîlayên me yê Girê Bêboskê xistine destê xwe, li vir çûne ser 22 cenazeyan û gelek alavên leşkerî desteser kiriye, hemû çekên giran ê li vî girî jî rûxandine. Piştî ev girt ketiye destê gerîlayên me ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan bombebarankiriye.
Di danê sibê ya 3'ê îlonê de helîkopterên skorskyan yên bi bi piştgiriya helîkopterên kobrayan xwestine cenazeyên xwe rakin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Li vir helîkoptereke skorskyê hatiye xistin, 2 helîkopterên skorskyê jî derbe xwariye.
Di konaxa duyemîn a tevgerê de di encama çalakiyên li dijî hemû baregehên leşkerî yên bajêr û derdora wê de bi giştî 53 polîs û leşker hatiye kuştin, 50 polîs û leşker jî birîndar bûye. Gerîlayên me di hemû çalakiyan de bi giştî 5 panzêr, 4 çekê A4, wesayiteke qeymeqamiyê, hewaneke 120 hatiye rûxandin. Herweha 5 çekên HK33 ên melez, 30 cerjorên van çekan, çekeke otomatîk a BKC li gel zincîr û fîşekên xwe, çekeke sûîkastê Karnas, Çekeke Bombeavêj li gel 5 roketê wê, 5 cîhazên termalê, 3 bêtêlên biçûk, bêtêleke mezin, 2 dûrbînê roj, kutukeke bi cerjorên fîşek dagirtî ya leşkerî, 3 telefon, mekîneyeke wênekêşiyê ya nîcon û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.
Hemû riyên navçeya Bêşebabê yên çûn û hatinê di bin kontrola gerîlayên me de ne, di roja duyemîn a tevgerê de li ser riya Beyşebab- Şirnexê rê hatine kontrolkirin, nasname hatine kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de ji rojname û nûçegihan jî di nav de ji gel re di derbarê tevgera şoreşgerî de agahî hatine dayîn, kontorlkirinê rê jî hîn berdewam dike. Herweha li girên beramberî navçeyê ji aliyê gerîlayên me ala partiyê hatiye libadan. Tu hewldanên artêşa dagirker a tirk ji bejahî de nîne, tenê li derdora navçeyê bê ser û ber bi hewan û obusan tê bombêbikirin.
Herweha di çarçoveya vê tevgerê de di 3'ê îlonê de li dijî Girê Çeper ê bi ser Beyşebabê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Di vê tevgerê de herweha 4 rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Wê nasnameyên van hevalên me yê leheng di demeke kurt de were eşkerekirin.
2. Gerîlayên me yê di xeta Şemzînan û Gevera Colemergê serweriya xwe ya li ser herêmê didomînin, di 3'ê Îlonê de hin çalakî lidarxistine. Di vê çarçovê de;
Di 3'ê îlonê de di navbera saet 09.30.18.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera Gerdiya de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin.
Di 3'ê îlonê de di saet 10.15'an de li navçeya Geverê li dijî helîkoptereke skorskyê ya xwestiye li ser Girê Gomanê daxîne, li nêzî gundê Şapatayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera skorskyê ya derbe xwariye li girê Radionlinkê daxîne.
3. Di 3'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Lîceya Amedê li nêzî qereqola Korxê li dijî karwaneke leşkerî ya derdikete operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek a zirxî derbe xwariye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora çalakiyê bi helîkopterên kobrayan bê ser û ber bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de şewata daristanê ya li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
4 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê