HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Ya ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dike dozeke rasteqîn û wê ber bi serketinê ve dibe, şehîdên ku di oxira wê de canê xwe bi fedaî feda dikin e . Têkoşîneke xwedeî ewladên ku ji bo vê doza mafdar û rewa canê xwe didin, xwedî wê îdîa û vînê ye ku ji sedî sed azadiyê bi dest bixe. Ev yek rastiyeke îspat bûye. Ev rastî di demên bihurî de bi vî rengî bû, îro jî derbasdar e.

Eger gelê Kurdistanê îro bi gavên ji xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşe, ev yek bi saya şehîdên me ne ku ji bo vî gelî canê xwe feda kirine. Bi destnîşankirina 'doza azadiyê bi qasî ku di oxira wê de canê xwe feda bikin hêja ye' şehîdan zanebûn, cesaret, isrars û biryardariya di doza azadiyê de dane me û gelê me.

Em 6 hevalên xwe yên di demên cuda yên têkoşîna me ya azadiyê de şehîd ketine bi vê wesîleyê bibîr tînin. Wezîfeya me ya dîrokî ye ku em têkoşîna biryardar a ku wan ji me re hiştine, bigihînin serketinê.

Heval Senar Garzan ê di 15'ê Îlonê de li Farqînê gihîşt şehadetê, wezîfeya xwişka xwe heval Asmîn a ku di sala 2010'an de li herêma me ya Garzanê ji ber qezayekê şehîd ket, hilgirtibû ser milê xwe û dema ev wezîfeya pîroz bi cih dianî, mîna hevala Asmîn tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû. Hevalên Zîlan û Tîlda ku di 30'ê Cotmeha 2015'an de dema hewl dan hevaleke we ya diçû herêma Ertûş a Zapê li ber Ava Dola Kasro ket rizgar bikin,bi rihekî  fedaî gihîştin şehadetê. Hevalê me Laşer Serhat ê ku di 5'ê Tebaxa 2015'an de dema amadekariya bersivdayîna li êrîşên dijmin dikir, di dema vê xebatê de bi qezayê şehîd ket. Di 28'ê Cotmehê de, hevala me Jiyanda dema bi wezîfeya xwe radibû, tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyên me ku ji bo li her herêma Kurdistanê bi ruhê fedaî têbikoş in xwe bi pîvanên milîtaniyê amade kirin, soz dan ku cewhera welatparêziyê, evîna welat û nirxên hatine afirandin biparêzin. Di vê oxirê de gava bi wezîfeya xwe radibûn gihîştin şehadetê. Şehadeta şeş hevalên me yên şopdarên baweriya serketinê û hêviyên gelê me bûn, em gelekî êşandiye. Di serî de malbatên hêja yên gerîlayên me, em ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.

NASNAMEYÊN 6 GERÎLAYÊN ME WUHAYE:

asmin selma_small

 

 

 

Nasnav: Asmîn Evîn
Nav û paşnav: Selma Doner
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Ayşe-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: Kanûna 2009 / Garzan

 

 

senar izzet_small

 

 

 

Nasnav: Senar Garzan
Nav û paşnav: Îzzet Doner
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Ayşe-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Îlona 2015 / Amed

 

 

laser koksal_small

 

 

 

Nasnav: Laşer Serhat
Nav û paşnav: Koksal Çabûk
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Rahîme-Nîhat
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Tebaxa 2015 / Colemêrg

 

 

tilda zeynep_small

 

 

 

Nasnav: Tîlda Cûdî
Nav û paşnav: Zeynep Yildirim
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Pîroz-Bazît
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Cotmeha 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

maskeli foto 1

 

 

 

Nasnav: Zîlan Serhildan
Nav û paşnav: Şehrîvan Kiymaz
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Salîha-Mecdel
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Cotmeha 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

maskeli foto 1

 

 

 

Nasnav: Jiyanda Azadî
Nav û paşnav: Esra Alîekçî
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Fatma-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Cotmeha 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

11 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG