Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Sala 2018'an li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li gelemperiya Kurdistanê bû saleke girîng a berxwedanê. Li dijî dagirkeriya ku xwest Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî topyekûn tasfiye bike, ciwanên Kurdistanê bi lehengiyeke mezin destanên berxwedanê nivîsandin û rê nedan faşîzmê.
Têkoşîn, lehengî û fedakariyên bêhempa yên di vê oxirê de hatin dayin, di dil û mejiyê gelê me de cih girtin. Ewladên leheng ên gelê me her dijîn.
Di vê têkoşîna berxwedanê de, hevalên me Adil, Cûdî, Kemal, Kûrtay, Rizgar û Zanîn di demên cuda yên sala 2018'an û herêmên cuda şehîd bûn. Em hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.
Her 6 hevrêyên me bi armanca azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê ketin ser rêya şoreşê û di vê oxirê de ji bo li Bakurê Kurdistanê hesab ji dijmin bipirsin dest bi têkoşînê kirin. Van hevrêyên me yên hêja di asta herî bilind de fêhm kirin ku ji bo azadiyê pêwîstî bi berdêlên mezin û fedakariyê heye û di nava têkoşîna xwe de her tim hewl dan bibin hevrêyên rast ên Rêber Apo û bi vî rengî bi erka xwe rabûn. Em van şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî bi bîr tînin ku mînakên herî bedew û leheng ên nifşê ku bi têkoşîna PKK'ê re ji dayik bûn û mezin bûn. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin serketinê. Di şexsê malbatên xwe yên hêja de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Adil Zîlan Nav paşnav: Osman Îşler Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Akgul-Sabrî Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî |
Adıl – Osman İşler
Nasnav: Cûdî Aşkîta Nav paşnav: Serhat Aycil Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Hinar-Lezgîn Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2018'an / Wan |
Cudi – Serhat Aycil
Nasnav: Kemal Bagok Nav paşnav: Lokman Genç Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Raîfe-Nûrettîn Dem û cihê şehadetê: 31'ê Cotmeha 2018'an / Şirnex |
Kemal – Lokman Genç
Nasnav: Kûrtay Sîpîrîz Nav paşnav: Ûmût Mevdût Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Vahîde-Hamza Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018'an / Colemêrg |
Kurtay – Umut Mevduk
Nasnav: Rizgar Bêgirî Nav paşnav: Şaban Karagulle Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Şerîfe-Osman Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers |
Rızgar – Şaban Karagülle
Nasnav: Zanîn Rûbar Nav paşnav: Mûhammed Îbrahîm Osman Cihê jidayikbûnê: Lubnan Dayik-Bav: Renda-Îbrahîm Dem û cihê şehadetê: 20'ê Adara 2018'an / Gabar |
Zanin – Muhammed İbrahim Osman
3’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e