Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di 13’ê Tebax'ê de Îbrahîm Hesen ê ku 50 salî û 6 zarokên wî hene li gundê xwe Dêşîşê yê Kanîmasiya Amêdiyê dema li ser baxçeyê xwe bû, di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.
Em ji gelê Dêşîşê re yên ku dev ji axa xwe bernedane û bi helwesta welatparêziyê tevgeriyane û ji malbata Îbrahîm Hesen ê ku hatiye kuştin re sersaxiyê dixwazin.
Artêşa Tirk a dagirker a ku nikare berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bişkînin û hemû derfetên xwe seferber kiriye, bi awayekî hovane êrişî gelê Kurd ê sivîl dike. Dewleta Tirk a qirker a ku kuştina gelê Kurd ji xwe re kiriye adet û dixwaze vî tiştî normalîze bike, li herêmên ku berxwedana gerîlayan didome, cih û warên gel bomberdûman dike û mirovên me dikujin. Dixwazin Kurdan ji van herêman derxînin û di plana xwe ya dagirkeriyê de gaveke din biavêje. Lê gelê me yê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê li hemberî van polîtîkayên dijmin dev ji axa xwe bernadin û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker pûç dikin.
Em diyar dikin ku em ê teqez hesabê van kuştinan ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.
14’ê Tebaxa 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê