HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ji sala 2015'an û vir ve hemû derfetên dewletê seferber kiriye û li Kurdistanê şerekî giran dike. Di şer de ku bi êrîşên qirkirinê û dagirkeriyê tê kirin, hêzên me yên gerîla bi berxwedaneke bê eman pêşî li hemû planên dijmin digirin.

Bi berxwedana bê eman û destanî ya hêzên me yên gerîla ku îro li her devera Kurdistanê bi cih bûne, şerekî lehengî li dijî dijmin tê kirin. Berxwedana fedayî ya hêzên me yên gerîla ku derbên giran li dijmin dixe, dijmin şaşwaz kiriye û desthilatdariya AKP-MHP'ê aniye asta tinebûnê. Sekna her hevaleke/î me ku di nava têkoşîna azadiyê de bi rengekî fedayî şer kir û şehîd bû, garantiya paşeroja gelê Kurd e. Yek ji berxwedana dîrokî ya hêzên me yên gerîla, 25'ê Gulana 2018'an li qada Şikêra Spî ya li herêma Gelîşîm a navçeya Şemzînan a Colemêrgê rû da. Di vî şerî de hevalên me Arjîn, Zeynep, Firat, Mahsûm û Mazlûm bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me wiha ne:   

Nasnav: Arjîn Ronahî

Nav paşnav: Elîf Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Dayik-Bav: Hanîfe-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Arjin – Elif Özdemir

Nasnav: Firat Mahîr

Nav paşnav: Fethûllah Kaplan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Asiye-Mûrat

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

 

Fırat – Fethullah Kaplan

Nasnav: Mahsûm Întîkam

Nav paşnav: Mahmûd El Hasan

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Dayik-Bav: Meryem-Hasan

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

 

Mahsum – Mahmud El Hasan

Nasnav: Mazlûm Karakoçan

Nav paşnav: Hakan Selçûk

Cihê jidayikbûnê: Xarpêt

Dayik-Bav: Gulnaz-Îsmet

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Mazlum – Hakan Selçuk

Nasnav: Zeynep Rojda

Nav paşnav: Eda Mahçûp

Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

Dayik-Bav: Rabîa-Yuksel

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Zeynep – Eda Mahçup

 

 8’ê Pûşberê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê