HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a 26'ê Gulanê, li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me yê hêja Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) gihîşt şehadetê.

 Nasnameyê şehîdê me wiha ye:  

Nasnav: Xemgîn Setkar

Nav paşnav: Abdullah Temel

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Hediye-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2019 / Metîna

Xemgin – Abdullah Temel

Hevalê me Xemgîn (Abdullah Temel) ji gundê Setkarê yê navçeya Elkê ye. Ji malbateke welatparêz a eşîra Gravî ye ku malbata wî ji pêngava 15'ê Tebaxê ve di nava têkoşîna azadiyê de keda xwe heye. Hevalê Xemgîn yek ji wan kesan bû ku bi welatparêzî, şoreşê û şehîdan re gelekî girêdayî bû. Polîs û jendermeyên dewleta TC a mêtinger gelekî êşkence lê kir û salên dûr û dirêj di zindanê de ma. Lê belê ji xeta berxwedanê ti carî venegeriya, tevî ku berdêlên giran da di berxwedanê de israr kir û gavekê jî bi paş de neavêt. Têkoşîna xwe di 9 salên dawî de weke milîtan û kadroyekî PKK'ê domand û di asta bilind de bû gerîlayekî profesyonel. Li herêmên Metîna û Heftanînê wezîfeya xwe ya fermandariya têkiliyên bi gel re bi rengekî serketî meşand. Bi cesaret, durustî, welatparêzî û kesayetiya xwe ya gelparêzî di nava gelê herêmê de bû xwedî cihekî taybet. Di emrê xwe re bi girêdana xwe ya bi xakê û nirxên civakî, bi welatparêziya herêma me ya Botanê, bi temsîliya xurt a xeta Rêbertî û Şehîdan bû kesayetekî şoreşger ê mînak. Di serî de malbata hevalê me yê Xemgîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê hesab ji dewlet TC a mêtinger bipirsin û hêjayî wî bin. Em bang li gelê xwe yê Botan û Behdînanê dikin ku xwedî li xeta welatparêziyê ya heval Xemgîn derkevin û li dijî dewleta TC a mêtinger û faşîst û hevkarê wan derkevin.

16’e Hezîranê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê