HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

7'ê Kanûna 2018'an, hevalê me Çekdar Anter dema hewl dida ji Çemê Şehîd Bêrîtan a li Herêmên Parastinê yê Medyayê derbas bibe, li ber ava şid ket û şehîd bû.

 Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Çekdar Anter

Nav paşnav: Yilmaz Yalçin

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Zekiye-Kose

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2018'an / Xakurkê

Çekdar - Yılmaz Yalçın

Hevrê Çekdar sala 1978'an li Mêrdînê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di emrê xwe yê ciwantiyê de zilma ku mêtingerî li gelê Kurd dike dît û xwe li vê ranegirt. Fêhm kir ku bi têkoşîneke xurt mêtingerî dikare bê têkbirin û bi vê armancê sala 1997'an li metropolên Tirkiyeyê tevlî nava refên gerîla bû. Di nava gerîla de her tim bi kesaiyetiya xwe ya pak û edakar derket pêş û bi her wezîfeyê rabû. Hevrê Çekdar di heman demê de bi nêzîkatiya xwe ya li nirxên partiyê û rêxistinî, li her devera lê bû ji bo civaka hevalên xwe bû cihê baweriyê. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Serhedê û Botanê gerîlatî kir û mohra xwe danî binê gelek serketinan. Herî dawî li Xakurkê bi erka xwe radibû, dema hewl dida ji Çemê Şehîd Bêrîtan derbas bibe li ber avê ket û şehîd bû.

Ji ber şehadetê em sersaxiyê ji malbata Yalçin a hêja û gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Bi navê hevrêyên wî em soz didin ku ala hevalê me Çekdar ji me re hiştiye bigihînin serketinê.

1’ê Sibatê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e