Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku sala 2019'an giranî daye ser şerê xwe yê dagirkeriyê yê li Kurdistanê, li berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê rast tê. Berxwedana lehengî ya gerîlayên Kurdistanê ku li dijî tevgerên dagirkeriyê nîşan dide, her carê faşîzma TC'ê têk dibe.
Ruhê berxwedana Apoyî ku li çar aliyên Kurdistanê derkete holê derbên dîrokî li dijmin dixe û planên dagirkeriyê yên faşîzmê beralî dike.
Afirînerên vê berxwedana dîrokî ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê kirin bêguman şehîdên me yên leheng in. Yek ji van berdêlên ku li dijî faşîzma dijmin hate dayin 8'ê Nîsanê bû ku ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker hevrêyên me Avzem Cîhan Mûnzûr û Kurdistan Delîl li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdên me wiha ne:
Nasnav: Avzem Cîhan Mûnzûr Nav paşnav: Ezgî Torûn Cihê jidayikbûnê: Dersim Dayik-Bav: Gulcan-Şahîn Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Avzem – Ezgi Torun
Nasnav: Kurdistan Delîl Nav paşnav: Gullu Akdogan Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Besna-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
|
Kürdistan – Güllü Akdoğan
Hevrêya me Avzêm Cîhan Mûnzûr li Dêrsimê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê yên ji bo asîmîlekirina civaka Dêrsimê û tinekirina bi qirkirinê, nirxên xwe yên civakî parast û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrê Avzêm li nava civaka berxwedêr û serhildêr a Dersimê mezin bû, di emrê ciwantî de bala xwe çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Tevî zext û gefên dijmin jî demeke dirêj tevlî karê ciwanan û civakî bû. Sala 2013'an li çiyayên Dêrsimê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Avzem bi kesayetiya xwe ya cewherî tevlî nava refên gerîla bû û bi hêrsa mezin a li dijî dijmin di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Hevrê Avzêm ku di nava hevalên xwe de gelekî dihate hezkirin, bi fedakarî û kedkariya xwe bû milîtaneke mînak ji bo hevrêyên xwe. Hevrê Avzêm ku kevneşopiya serhildêr a Dersimê di dilê wê de bû, bû yek ji hevrêyên leheng ku li dijî dewleta TC a dagirker nîşan da wê heta dawiyê têbikoşe.
Hevrêya me Kurdistan di sala 1992’an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Di sala 2012’an de ji bo ku li dijî dagirkeriya li ser gelê Kurdistanê têbikoşe, tevlî nav refên têkoşînê bû. Rêheval Kurdistan li her qada ku lê têkoşiyaye bi giyanê xwe yê dînamîk û heyecana xwe, her dem peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih aniye. Rêheval Kurdistan bûye yek ji rêhevalên me yên ku li çiyayê Kurdistanê bi qehremanî şer kiriye.
Ji ber şehadetan malbatên Torûn û Akdogan di serî de em sersaxiyê ji hemû malbatên xwe yên welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê heta dawiyê bidomînin.
11’e Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê