HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

Kurdistan welatekî qedîm e ku zaliman gelek caran êrîşên giran lê kirine. Gelê Kurdistanê jî li nava vê erdnîgariya bêhempa afiriye û li dijî mêtingeran her tim xwe û xaka xwe parastiye.

Êrîş ji kê û ji ku hatibe jî, gelê me li pêşberî êrîşan teslîm nebûye, li ber xwe daye û xwe gihandiye vê serdemê. Ev berxwedan bêguman bi hêza xwe ya gelê me û bi saya lehengên ku ji nava xwe derxistî, pêk hatiye.

Lê belê bi pêngava Rêber Apo re welatparêzî, têkoşîn, şer, lehengî û fedayîtiya li Kurdistanê ji nû ve hatine pênasekirin. Kesayetiya Kurd a azad a derkete holê, di serdema heyî de nifşekî nû yê ku şerê herî mezin ê îradeyê yê ji demên berê xurtir dike, afirandiye. Ev nifşê nû di nava PKK'ê de berçav bûye û keç û xortên bijarte yên welatê me, bi fedakarî û lehengiyên mezin li dijî sîstemên ku Kurdistan dagir û talan kirine têdikoşin. Divê baş bê zanîn, eger gelê me bi rengekî xweşbîn li paşeroaj xwe dinere, ev yek bi saya lehengan e ku di şexsê şehîdan de şênber bûne û canê xwe feda kirine.

Şehîdên me her tim rê li ber me vedikin û mizgîniya siberoja azad didin. Em şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin. 20'ê Îlona 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrîşeke artêşa TC a faşîst, hevrêyên me Binevş, Dengtav, Destan, Siyaşev û Toprak tevlî karwanê nemiran bûn. Em van hevrêyên xwe bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Binevş Doga

Nav paşnav: Pinar Bîçer

Cihê jidayikbûnê: Çorûm

Dayik-Bav: Ceyhan-Haci

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2017'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê   

Bınevş – Pınar Biçer

Nasnav: Dengtav Andok

Nav paşnav: Resûl Saîn

Cihê jidayikbûnê: Mersîn

Dayik-Bav: Sûphiye-Abdulbakî

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2017'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Dengtav – Resul Sain

Nasnav: Destan Afşîn

Nav paşnav: Vehbiye Toktaş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Husna-Emîn

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2017'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Destan – Vehbiye Toktaş

Nasnav: Siyaşev Zerga

Nav paşnav: Ahmet Akiş

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Fatma-Fîkret

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2017'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Siyaşev – Ahmet Akış

Nasnav: Toprak Rojhat

Nav paşnav: Rojbîn Bayram

Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

Dayik-Bav: Halîme-Salîh

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2017'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Toprak – Rojbin Bayram

Şehîdên me ji bo jiyana bi rûmet û azad a gelên Kurdistanê di nava her şert û mercî de têkoşiyan. Di şexsê malbatên hêja yên şehîdên me de serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em careke din soz didin ku ala azadiyê ya ku şehîdên leheng radestî me kirine, em ê heta serketinê her bilind bikin.

 

30’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê