Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 28’ê Tîrmehê seat 17:50’an de li dijî tabûra Gundikê Melê yê Şirnexê çalakiyek hatibû lidarxistin û di vê çalakiyê de gelek leşkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin, me ji raya giştî re ragihandibû.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi desteka hewayî operasyonek berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dijmin de şer derketibû. Di vî şerî de hêzên dijmin herêma şer ji hewayê ve bombebaran kir û xwest encam bigire. Di encama bombebaranê de rêhevalên me Şîndar, Zenda û Brûsk bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdên me wiha ne;
Nasnav: Brûsk Amed Nav û Paşnav: Omer Bîrsen Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik - Bav: Munîre - Yilmaz Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an
|
Brusk – Ömer Birsen
Nasnav: Şîndar Cûdî Nav û Paşnav: Delîla Akdenîz Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik - Bav: Ayşe - Hasan Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an
|
Şindar – Delila Akdeniz
Nasnav: Zenda Çelê Nav û Paşnav: Sozdar Ayar Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik - Bav: Zeynep - Kerem Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an
|
Zenda – Sozdar Ayar
4'ê Tebaxê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê