HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

16'ê Mijdara 2017'an artêşa Tirk a dagirker, li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê, li herêma Guhermê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di operasyonê de ku bi teknîka pêşketî û bi hezaran leşker pêk hat di navbera leşkerên artêşa Tirk a dagirker û hevrêyên me de, li du deverên cuda şerekî giran qewimîne. Di şer de ku bi saetan dom kir artêşa Tirk a dagirker gelek kuştî û birîndar dan.

Di encama vî şerê giran de, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê hevrêyê me Dogan Zinar jî di nav de, 12 hevrêyên me şehîd bûn. Di vî şerê giran de nasnameya hevrêyên me yên şehîd destpêkê nehatiye zelalkirin. Her wiha hevrêyê me Mawa (Erhan Ertugrul) jî bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên dijmin.

Berxwedana hevrê Dogan û her 11 hevrêyên di bin fermandariya wî de ku tevî hemû arastebûnên dijminê dagirker ala berxwedanê bilind kirin û rê nedan dijmin, li dijî ferzkirinên radestî û xiyanetê, heta fîşeka xwe ya dawî bi vîneke mezin şer kirin û mînakeke destanî nîşan dan. Li xaka berxwedanê li Amedê, berxwedana zarokên Kurdistanê bûye yek ji nîşaneya sekn û helwesta xeta fedayî ya Apoyî.

Li şûna ku li ber dijminên faşîst çok deynin û serê xwe bitewînin, van lehengan bi serbilindî berxwedan û têkoşîn bijartin û tevlî karwanê nemiran bûne. Em van lehengên mezin bi rêzdarî û minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan a hêja ditewînin. Di serî de malbatên şehîdan, ji hemû gelê welatparêz ê Amed û Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ala berxwedanê ya van hevrêyên me yên qehreman li pey xwe hiştin bilind bikin, heta armaca wan pêk bînin ta bigihînin serketinê. Ev erka hemû gerîlayên HPG'ê ne. Bila her kes baş bizane ku wê her gerîlayekî HPG’ê bibe Doganek û derbên giran li dijminê dagirker bide heyf û tola şehîdan rake. Li ser vî esasî em di kesayetiya hevrê Dogan û 11 hevrêyên di bin fermandariya wî de tevlî karwanê nemiran bûne, careke din bi bîr tînin. Em soz didin ku wê xwîna hevrêyên me li erdê nemîne û em ê tola şehîdên xwe yên nemir rakin.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Dogan Zinar

Nav û paşnav: Abdulselam Arslan

Cihê ji dayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Leyla - Abdulcelil

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

 

Doğan – Abduselam Arslan

Nasnav: Azad Amara

Nav û paşnav: Mahsum Ay

Cihê ji dayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Zehra - Ahmet

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Azad – Mahsum Ay

Nasnav: Aze Berxwedan

Nav û paşnav: Hatice Merve Temel

Cihê ji dayikbûnê: Hatay

Navê Dayik û Bav: Dilfiruz - Suleyman

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Aze – Hatice Merve Temel

Nasnav: Beritan Tolhildan

Nav û paşnav: Mercan Erkol

Cihê ji dayikbûnê: Van

Navê Dayik û Bav: Kumru - Hesin

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Beritan – Mercan Erkol

Nasnav: Doktor Farqin

Nav û paşnav: Doktor Başaran

Cihê ji dayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Aysel - Hasan

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Doktor – Doktor Başaran

Nasnav: Ozgur Amed

Nav û paşnav: Mine Canik

Cihê ji dayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Fikriye - Ahmet

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Özgür – Mine Canik

Nasnav: Reber Farqin

Nav û paşnav: Ferman Tarhan

Cihê ji dayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Sitkiye - Recep

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Reber – Ferman Tarhan

Nasnav: Rustem Cilo

Nav û paşnav: Şahin Şahin

Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Fatma - Yunus

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Rüstem – Şahin Şahin

Nasnav: Sara Têkoşîn

Nav û paşnav: Meryem Akpolat

Cihê ji dayikbûnê: Mûş

Navê Dayik û Bav: Neslihan - Celal

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Sara – Meryem Akpolat

Nasnav: Viyan Avşîn

Nav û paşnav: Merva Welid Ahmet

Cihê ji dayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik û Bav: Mewlude - Welid

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Viyan – Merva Welid Ahmet

Nasnav: Zarîn Gimgim

Nav û paşnav: Seher Aktaş

Cihê ji dayikbûnê: Mûş

Navê Dayik û Bav: Ezver - Cezmi

Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Zarin – Seher Aktaş

17’ê Adarê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e