Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Gelê Kurdistanê gelek e ku di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, dagirkerî û bênasnamehiştinê li ber xwe daye. Li dijî hêzên dijmin ên ku dixwestin wan tine bikin, di her serdemê de têkoşiya ye.
Bi saya lehengên ku ji nava xwe derxistiye, hebûna xwe parastiye. Lê belê bi PKK'ê re li Kurdistanê pênaseya lehengiyê, canbexşandinê û qehremaniyê ji nû ve hatiye kirin û nifşekî nû yê milîtan afiriye ku rê nade dijmin.
Hevrêyên me Bawer (Mazlûm Oznûr), Rojda (Seda Endakçi), Serfiraz (Osman Çîtak), Dilgeş (Abdulvahap Ogûz), Mervan (Mesût Olgûn) û Zîlan (Fatma Taş) ji nûnerên vî nifşê nû ne. Em van hevrêyên xwe bi bîr tînin.
Hevalên me Bawer, Rojda û Serfiraz, 1'ê Îlona 2018'an li qada Çarçellayê ku dijminê mêtinger ji bo dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê mayinde bike sefer pêk anî, di şerê ji ber operasyonê de bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevrêyên me Dilgeş, Mervan û Zîlan jî, 17'ê Hezîrana 2018'an ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevrêyên me Bawer, Rojda, Serfiraz, Dilgeş, Mervan û Zîlan bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketinê di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ji bo me hemûyan bûn mînak. Di şexsê van hevrêyên xwe de em şehîdên leheng bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Her yek ji van hevrêyên me ku ji bo bidawîbûna dîlgirtina Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê tevlî têkoşîna şoreşê bûn, li nava refên gerîla bi kedkarî, fedakarî, sekna xwe ya qewîn û daxwaza têkoşîna li refên herî pêş, wezîfeyên xwe yên serdemê bi cih anîn. Ev hevrêyên me yên hêja ku dixwestin di îdeolojiya jiyana azad a Rêber Apo de xwe şareza bikin û di asta herî bilind de ji bo vê yekê hewl dan, berpirsyariyên girîng ji me re hiştine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku tevgereke tolhildanê ye, wê tola van hevrêyên me yên hêja hilîne û hesabê her şehîdekî bipirse.
Li ser vê bingehê, di şexsê malbatên hêja yên şehîdan de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê şerê azadiyê yê şehîdên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ne:
Nasnav: Bawer Serhat Nav û Paşnav: Mazlum Oznûr Cihê Jidayikbûnê: Îzmîr Navê Dayik - Bav: Benîce - Mûhîttîn Cih û Demê Şehadetê: Çarçella / 1’ê Îlona 2018’an |
Bawer – Mazlum Öznur
Nasnav: Rojda Serhildan Nav û Paşnav: Seda Endakçi Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Nûrcan – Emîn Cih û Demê Şehadetê: Çarçella / 1’ê Îlona 2018’an |
Rojda – Seda Endakçı
Nasnav: Serfîraz Amed Nav û Paşnav: Osman Çîtak Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik - Bav: Kadriye - Omer Cih û Demê Şehadetê: Çarçella / 1’ê Îlona 2018’an |
Serfiraz – Osman Çitak
Nasnav: Dilgeş Koçer Nav û Paşnav: Abdulvahap Ogûz Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik - Bav: Fatma - Omer Cih û Demê Şehadetê: Avaşîn / 17’ê Hezîrana 2018’an |
Dılgeş – Abdulvahap Oğuz
Nasnav: Mervan Xwînrej Nav û Paşnav: Mesût Olgûn Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik - Bav: Mevlîde - Ridvan Cih û Demê Şehadetê: Avaşîn / 17’ê Hezîrana 2018’an |
Mervan – Mesut Olgun
Nasnav: Zîlan Guven Nav û Paşnav: Fatma Taş Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayik - Bav: Azîze - Mehmet Cih û Demê Şehadetê: Avaşîn / 17’ê Hezîrana 2018’an |
Zilan – Fatma Taş
2’ê Nîsanê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e