Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 12’ê Gulanê saet di 08.00’an de li dijî qereqola Şikêr a Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me bi awayekî xurt li nîzamiye û çeperên qereqolê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
2. Di 8’ê Gulanê de yekîneyeke me li qada Çalê ya Mehsertêya Mêrdînê li ser peywirê bû, rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî vî şerî hêzê me li qada Tehnavê jî ketine şer. Di vî şerî de gelek hêzên dijmin hatine kuştin û 2 rêhevalên me heta fîşekên xwe yên dawîn şer kirine û şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre werin ragihandin.
3. Di rojên dawîn de medyaya şerê taybet a AKP’ê diyar dike ku wan kiryarên teqîna di 31’ê Tîrmeha 2018’an de ya li baregeha Sûsakê ya Gevera Colemêrgê girtine ya ku di vê teqînê de Nûrcan Karakaya û zaroka wê miribûn. Navê kesên hatine girtin tê dayîn û di çarçoveya şerê taybet de nûçeyên derew tê çêkirin.
Kesên bi navê Azad Zinar (Metîn Daşdemîr), Rojevîn Azê Korkmaz (Evîn Sevîm) û Serhildan Gever (Yavûz Bozkûrt) di 27’ê Îlona 2018’an de îxanet li gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kirine û teslîmî hêzên dijmin bûne. Ev kes bi dijmin re dixebitin û li Geverê karên kontrayî kirine.
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya şerê taybet diyar dike ku ev kes hatine girtin û ev kes kiryarên dayik û zarokê ne, yên ku di teqînê de miribûn. Divê gelê me yê Geverê li hemberî van kesên kontra bihistyar bin.
4. Di 5’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li ser qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî kiribû. Di van êrîşên hewayî de rêhevalên me Ronahî Gabar û Ronahî Mûnzûr şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me wisa ye:
Nasnav: Ronahî Gabar Nav û Paşnav: Ayten Îlhan Cihê jidayikbûnê: Sêrt Navê dayik û bav: Şerîfe - Ahmet Cih û dîroka şehadetê: 5’ê Gulana 2019’an / Avaşîn |
Ronahi – Ayten İlhan
Nasnav: Ronahî Mûnzûr Nav û paşnav: Ceylan Gungor Cihê jidayikbûnê: Erzirom Navê dayik û bav: Zehra – Reîs Cih û dîroka şehadetê: 5’ê Gulana 2019’an / Avaşîn |
Ronahi – Ceylan Güngör
Hevrêya me Ronahî Gabar a li gundê Gumuşyazi yê Gabarê yê xwedî dîrokeke tijî lehengî ye hatî dinê, bûye xwedî xislet û kesayetiya welatparêz, têkoşîner û xwerû ya Botanê. Hê di temenê xwe yê zaroktiyê de rastiya dijmin nas kiriye pêwendiya wê ya têkoşînê zêde bûye. Li dijî zext û pêkûtiyên li ser gelê Kurd û Rêberê xwe bêdeng nemaye û tevlî nav refên têkoşînê bûye.
Hevrê Ronahî Gabar, ji roja destpêkê ya tevlî refên têkoşînê bûyî û pêde bûye xwedî hewldana ku di xeta jina azad de kûr bibe û bibe şervaneke bi hêz a têkoşînê. Hevrê Ronahî, piştî ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûyî jî têkoşîna azadiyê bi hest û hewldana xwe yên herî kûr domandiye.
Hevrêya me Ronahî Mûnzûr, li navçeya Tatos a Erziromê hatiye dinyayê. Hevrê Ronahî Mûnzûr, hê di temenê xwe yê ciwan de Tevgera Azadiyê nas kiriye û li dijî polîtîkayên dijmin ên qirkirin û bişavtinê yên li ser gelê me, berê xwe daye çiyayên azad û tevlî nav refên têkoşînê bûye.
Ligel temenê xwe yê ciwan, hevrê Ronahî berpirsyariyên mezin girtine ser milê xwe û her tim bûye şervaneke bi hêz. Hevrê Ronahî, di kûrbûna xeta azadiya jinê ya Rêber APO de ji xwe re weke rêgezekê esas girtiye, bi sekn û tevlîbûna xwe ya dilnizm û ji dil bûye çavkaniya hêz û moral a hevrêyên xwe.
5. Di 12’ê Gulanê saet di 21.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qada Tepê Sor a Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.
13’ê Gulanê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê