HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Sîstema faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe di şerê qirkirinê yê dijî gelê Kurd de bi ser bikeve, hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne û bi rengekî topyekûn êrîşî tevgera me ya azadiyê û gelê me dike.

Lê belê li dijî mêtîngeriya ku dixwaze her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedayî şer dikin, li qada Kurdistan û Tirkiyeyê asteke girîng a têkoşînê afirandine û êrîşên dijmin têk birine. Di nava vê têkoşînê de hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend di Adara 2018'an de li herêmên Botan û Amanosê şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ev hevrêyên me yên hêja, her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê bi şiyara 'Rêberê azad, Kurdistana azad' tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûn û têkoşîneke mezin meşandin. Bi ked, fedakarî û tevlîbûna xwe ya durust, her tim hewl dan li ser xeta Rêbertî bi rengekî rast bimeşin. Hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend ku neferên leheng ên gelê me ne û li refên herî pêş li dijî dijmin şer kirin, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û ji hevrêyên xwe re bibin mînak.

Her yek ji van hevrêyên me bîrdariya berxwedanê ne. Em careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku wan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Diyar Gabar

Nav paşnav: Mahsûm Îlhan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Fatim-Mûsa

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Adara 2018'an/Gabar

Diyar – Mahsum İlhan

Nasnav: Rûhat Cûdî

Nav paşnav: Enes Çabek

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Melek-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Adara 2018'an/Gabar

 

Ruhat – Enes Çabek

Nasnav: Derwêş Agît

Nav paşnav: Qasim Huseyîn

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Kelîme-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

Derweş – Kasım Hüseyin

Nasnav: Ferhat Sîîrt

Nav paşnav: Necmettîn Kûtûm

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Saadet-Şukru

Dem û cihê şahedetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

Ferhat – Necmettin Kutum

Nasnav: Hakî Têkoşer

Nav paşnav: Suleyman Kiliç

Cihê jidayikbûnê: Dîlok

Dayik-Bav: Fatma-Mehmer

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

Haki – Süleyman Kılıç

Nasnav: Siyabend Serhat

Nav paşnav: Tanjû Demîr

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Aliye-Cezmî

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

Siyabend – Tanju Demir

 

11’ê Adarê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e