HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, van sê salên dawî bi hemû derfetên dewletê û desteka navneteweyî ji bo qedandina gerîla êrîşên hovane dibe ser gelê me û hêzên me yên gerîla. Bi vê polîtîkayê re dixwaze gelê me bi temamî teslîm bigire, asîmîle û tine bike.

Li dijî van êrîşên dijmin, hem gel hem jî hêzên me yên gerîla bi rengekî dîrokî û bi heybet li ber xwe didin. Bi saya berxwedanê, desthilatdariya faşîst heta niha bi ser neketiye. Faşîzma ku nekarî encama dixwaze bi dest bixe, li pêşberî berxwedana azadiyê ya gelê Kurd dîn û har bûye û êrîşên xwe zêde dike. Têkoşîna ku heta niha hatiye dayin ev yek nîşanî tevahiya cîhanê daye; faşîzm çi dike bila bike wê bi ser nekeve. Yê bi ser bikeve wê gelê Kurd be.

Li sê parçeyên Kurdistanê niha şerekî giran diqewime. Di vî şerê giran de ji bo azadiya gelê me berdêl tên dayin. Di meha hezîranê de li Dersim, Wan û Bedlîsê di dema operasyonên dagirkeriyê de şer qewimî û 7 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:        

Nasnav: Kûrtay Faraşîn

Nav paşnav: Kanîwar Muslum

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Fehîme-Veyso

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2018'an / Dersim

 

Kurtay – Kaniwar Müslüm

Nasnav: Mazlûm Dogan

Nav paşnav: Ercan Altûntaş

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Dayik-Bav: Fatma-Îsa

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2018'an / Dersim

 

Mazlum – Ercan Altuntaş

Nasnav: Argeş Rênas

Nav paşnav: Osman Ogûr

Cihê jidayikbûnê: Çewlik

Dayik-Bav: Hayriye-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

 

Argeş – Osman Oğur

Nasnav: Jîr Agirî

Nav paşnav: Orhan Ûgûr

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Makbûle-Abdulkadîr

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

 

Jir – Orhan Uğur

Nasnav: Kendal Amara

Nav paşnav: Sûat Aydin

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Naîme-Cebraîl

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

 

Kendal – Suat Aydın

Nasnav: Êrîş Xoy

Nav paşnav: Eshal Dûtkanlûmîlan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gozel-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2018'an / Wan

 

Eriş – Eshal Dutkanlumilan

Nasnav: Ferzat Aware

Nav paşnav: Farûk Sehravî

Cihê jidayikbûnê: Bane

Dayik-Bav: Xatûn-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2018'an / Wan

 

Ferzat – Faruk Sehravi

Ji ber van şehadetan em ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin, em ê heta azadiya gelê ku xewn û xeyalê şehîdên me ye, li dijî faşîzmê têbikoşin.

 

12’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê