Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuyaniya xwe ya 4'ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku 24'ê Hezîranê li qada Neynikan a navçeya Pulur a Dersimê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me şer qewimiye û di encamê de 3 hevalên me şehîd bûn.
Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Savaş Firat Nav paşnav: Yahya Atmaca Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Şerefnaz-Enver Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2020'an / Dersim |
Savaş – Yahya Atmaca
Nasnav: Argeş Avaşîn Nav paşnav: Osman Îşleyen Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Guleser-Maşallah Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2020'an / Dersim |
Argeş – Osman İşleyen
Nasnav: Şiyar Agirî Nav paşnav: Metîn Cîlo Cihê jidayikbûnê: Agirî Dayik-Bav: Cevahîr-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2020'an / Dersim |
Şiyar – Metin Cilo
Dewleta TC a faşîst konsepta xwe ya êrişa qirkirinê, ji bo tunekirina rastiya Kurd û Kurdistana azad bi hemû derfetên xwe seferber kiriye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo dimeşin, li hemberî van êrişkariya faşîst ji bo hebûn û nirxên gelê me biparêzin bêrawestan têdikoşin.
Dewleta TC a qirker di dîroka xwe ya bi xwîn de her tim li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê meşandiye. Dewleta TC a faşîst ku bi hezaran mirovên me qetil kiriye û dixwaze asîmîle bike, hesabên wê bi derketina tevgera tolhildanê ya gelê Kurd PKK'ê hatine têkbirin. Gerîlayên Kurdistanê ku îro navên Seyît Riza, Alîşer û Zarîfeyan di asta herî bilind de temsîl dikin, li xaka pîroz a Dersimê têkoşîna azadiyê didomînin. Xeta fedayî ku bi Şehîd Zîlan re li Dersimê gihîşt asta herî bilind, ji Şehîd Atakan Mahîran heta Çîçek Botanan û hevrêyên wan, bi berxwedanê dewam kiriye. Gerîlayên Kurdistanê ku îro jî li ser şopa heman xeta fedayî ne, bênavber têokşîna xwe didomînin.
Ciwanên Kurd êrişên li dijî hebûna gelê me dibînin û pêl bi pêl diherikin nava refên gerîla û ala têkoşînê bilind dikin. PKK tevgereke ku bi şehîdên xwe mezin dibe û bi pêş dikeve. Her milîtanekî Apoyî yê dikeve hembêza axê, bi dehan ji wan dikevin şûna wan. Partiya me û hevrêyên me ku bi hêza ji şehîdan werdigirin bi pêş dikevin, wê têkoşîna xwe bilind bikin ku ev yek yekane rêya serketinê ye.
Fermandar Savşa û hevrêyên me Argeş û Şiyar ku milîtanên bijartî yên têkoşîna me ya azadiyê bûn, bûn nûnerê xeta milîtaniya Apoyî. Li dijî mêtingeriya dewleta TC heta fîşeka dawî şer kirin û cihê xwe yê bi rûmet di nava şehîdên me yên nemir de girtin.
Hevalê Savaş bi têkoşîna xwe ya ji zêdeyî 10 salan, bû şervanekî rastiyê ku bi felsefeya Rêber Apo meşiya. Li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Apo tevlî nava refên têkoşînê bû û ji bo di her karî de bi ser bikeve bi rengekî fedakarî tevlî bû. Hevrê Savaş ku ji sala 2009'an dema tevlîbûnê û vir ve li Dersimê li refên herî pêş têkoşiya, her tim bi rêbazeke şoreşgerî li ber zor û zehmetiyên pratîkê rabû. Hevalê Savaş ku yekî çalak, bi moral bû, bi danheviya xwe ya îdeolojîk-polîtîk hêz da jiyanê û kar. Hevrêyê me Savaş li her qada ku lê kar kir, bi ked û hewldana xwe bû hevrêyek ku jê dihate hezkirin û cihê hurmetê bû.
Hevrêyên me Argeş û Şiyar ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta TC a dagirker ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve dîtin, ji bo azadiya gelê Kurd li refên herî pêş têkoşiyan. Hevrêyên me ku li xaka pîroz a Dersimê dest bi gerîlatiyê kirin, di berxwedana dijî dijmin de bi ruhê fedayî têkoşiyan û bûn lehengên pêşeng ên Dersimê.
D dema operasyona dewleta TC a mêtinger de ku tevî bi hezaran leşkerî û teknîkeke xurt dimeşand, hevrêyên me li dijî mêtingeran berxwedaneke mezin nîşan dan û demeke dirêj li dijî dijmin şer kirin. Berxwedana hevrêyên me Savaş, Argeş û Şiyar bi rengekî eşkere û vekirî nîşan dan ku îradeya mirovan li hemberî teknîkê ti carî têk naçe. Hevrêyên me heta kêliya dawî li ber xwe dan û piştî ku derbên giran li hêzên dewleta TC a mêtinger û faşîst xistin şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya wan a têkoşînê bi ser bixînin.
20’ê Tîrmehê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê