HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

27'ê Mijdara 2017'an artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Pîlemûrî ya Dersimê, tevî gelek kontra û leşkerên xwe derketibû operasyonê. Di vê operasyonê de ku teknîk û çekên giran hatin bikaranîn, di navbera gerîlayên me û hêzên dagiker de şer qewimî bû. Di vî şerî de dijmin windahiyên giran da. 4 hevrêyên me yên heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, şehîd bûn û bûn sembola berxwedanê.

 Tevgera PKK'ê di vî şerê bê navber de bû navê lehengiyên destanî. Ruhê ku ji çiyê heta deştê mezin dibe û dijmin dîn û har dike, ruhê milîtanê Apoyî ye ku bi qasî ku di oxira wê de bimire ji jiyanê hez dike. Di Em hevrêyên xwe Serdem (Bîlal Serhat Saritaş), Dîcle (Naciye Îlbasan), Mazlûm (Mazlûm Kaymaz) û Sorxwîn (Kader Bîlen) ên li çiyayên Dersimê di şerê berxwedanê yê dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Ji ber şert û mercên şer û zivistanê agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bi derengî gihîştin ber destê me. Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Serdem Jiyan

Nav paşnav: Bîlal Serhat Saritaş

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Sûltan-Hasan

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2017 / Dersim

 

Serdem – Bilal Serhat Sarıtaş 

Nasnav: Dîcle Hêlîn

Nav paşnav: Naciye Îlbasan

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Gulperî-Hacî

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2017 / Dersim

 

Dicle – Naciye İlbasan

Nasnav: Mazlûm Andok

Nav paşnav: Mazlûm Kaymaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Neşîde-Halîm

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2017 / Dersim

 

Mazlum – Mazlum Kaymaz         

Nasnav: Sorxwîn Botan

Nav paşnav: Kader Bîlen

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Hukumet-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2017 / Dersim

 

Sorxwin – Kader Bilen

Hevalê Serdem ku 15 salên xwe di nava têkoşînê de derbas kir, şervanekî rastiyê bû ku bi felsefeya Rêber Apo dimeşiya. Li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Apo tevlî nava têkoşînê bû û ji bo her karî bi ser bixîne bi fedakarî beşdar bû. Hevalê Serdem li gelek herêmên têkoşînê bi wezîfeyê rabû. Ji nava karên ciwanan sala 2002'an bi rengekî aktîf tevlî nava refên gerîla bû. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Dersim, Koçgirî û Derya Reş di asta pêşengiyê de bi erka xwe rabû û hemû wezîfeyên xwe bi rengekî serketî meşand. Hevrê Serdem, bi rêbazeke şoreşgerî timî bersiv da zor û zehmetiyên pratîkê. Demeke dirêj li qadên gerîla, li herêmên cuda yên Kurdistanê di asta rêveberiyê de cihê xwe di nava karê ciwanan de girt. Di karê ciwanên Kurdistanê de ku bûne xwedî rêxistinbûneke xurt û kevneşopiyeke berxwedêr, keda hevalê Serdem zêde ye. Hevalê Serdem bi rengekî zindî, bi moral û çalak tevlî bû û bi danheviya xwe ya îdeolojîk û polîtîk kar xurt kir. Hevalê me Serdem li her qada ku lê kar kir bi ked û hewdana xwe timî hate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Hevrê Serdem ku pê bawer bû divê têkoşîna li dijî faşîzm û mêtingeriyê di asta herî bilind de bê kirin, her tim bi ruhê ciwantiyê tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û di dîroka berxwedanê ya bi heybet de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.

Hevala me Dîcle demeke dirêj di nav têkoşîna me de gelek peywirên cihê daye ser milê xwe, her demê hay ji berpirsyariya xwe ya şoreşger hebûye û wiha jiyaye, şer kiriye û tim li eniya pêş bûye. Hezkirina wê ya mezin a li çiyayan û hevrêyên wê her demê hîseke mezin pê re çêkiriye û bûye xwedî manewiyeteka kûr. Heval Dîcle bi vê manewiyatê û hîsa kûr ber bi xaka Dersimê ve çûye ku tim bêrî lê dikir û daxwaza wê bû. Heval Dîcle li dijî qirkirina çandî, bi gotina wê, bi îdîaya ku êşa gelê Dersimê veguherîne şahiyê, bi vê moral û coşê tevlî eniya Bakur bûye. Hevala me Dîcle tim hay ji nirxên her kêliyê hebû û di xeta jina azad de bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Heta hilma xwe ya dawî jî dilsozî felsefeya Rêbertî, nirxên fedaiyê bûye û li bara rastiya dijmin ê faşîst li gor rêgezên Apoyî têkoşiyaye.

Hevalên me Sorxwîn û Mazlûm jî dilê wan tim bi hezkirina mezin a şoreşa Kurdistanê tije bûye, bi perwerdehiyê xwe ji peywirên mezin re hazir kirine û bûne nûnerên bijarte ên milîtanên  fedaî yên Apoyî.

Hevalê me Mazlûm ku bi hêlên xwe yên kedkar û dirust derketî pêş di hemû xebatên xwe de fedakar bûye.

Hevrêya me Sorxwîn jî bi îdeolojiya rizgariya jinê ya ku Rêber Apo danî holê, bi baweriya ku têkoşîna azadiya jinê wê biçe serî bi moral û coşiyeke zêde tevlî nav têkoşînê Bûye.

Her çar hevalên me jî mînakên herî dilêr û bedew ê wî nifşî ne ku bi têkoşîna PKK’ê re çêbûye û mezin bûye.

Di jiyana wan a têkoşîna şoreşgerî de ya ku li ser jiyana wan diyarker bûye û rênîşandar bûye, azweriya wan a bi hevrêtiya bi Rêber Apo re ye.

Ji ber şehîdbûna çar hevrêyên  xwe em sersaxiyê didine malbatên welatparêz û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û sond dixwin ku bi bi giyanê tolhildanê yê fedaî li bîranîn û îdeayên wan xwedî derkevin û şayanî wan bin.

 

23'ê Sibatê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG