HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Şerê navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me yên gerîla roj bi roj mezin dibe. Hêzên dagirker ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê nikarin tiştekî bikin, bi rêya teknîkê hewl dide encamekê bi dest bixin.

 Hêzên me yên gerîla ku xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî xemilandine, di vî şerê dijwar de derbên giran li dijmin dixin û hesab û planên dijmin ji hev dixin. Di vê berxwedana dîrokî ya Kurdistanê de car carna şehîdên me jî çêdibin. 7'ê Tebaxê li Çiyayê Gabarê û 17'ê Tebaxê li herêma Bajêrgeh a Colemêrgê di şer û êrîşên hewayî de hin şehadetên me çêbûn. Her hevalên me yên bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, bûn mînakeke mezin a wêrekiyê û di meş azadiyê de weke fedayiyên gelê me cihê xwe di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girtin.

Agahiyên nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Canşer Botan

Nav paşnav: Emrûllah Yavûz

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Salîha-Alîhan

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Canşer – Emrullah Yavuz

Nasnav: Firat Semsûr

Nav paşnav: Nazîf Gurbuz

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Dayik-Bav: Nebiye-Omer

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

 

Fırat – Nazif Gürbüz

Nasnav: Rêdûr Koçer

Nav paşnav: Halît Erîcek

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Fatma-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

 

Redur – Halit Ericek

Nasnav: Serkeft Sîîrt

Nav paşnav: Vehbî Taş

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Hediye-Mehmet Emîn

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

 

Serkeft – Vehbi Taş

Nasnav: Mazlûm Kobanî

Nav paşnav: Îsmaîl Beşar

Cihê jidayikbûnê: Kobanî

Dayik-Bav: Fatma-Cûma

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg

 

Mazlum – İsmail Beşar

Nasnav: Xemgîn Roj

Nav paşnav: Bûrhan Gunduz

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Emîne-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg

 

Xemgin – Burhan Gündüz

Di serî de malbatên hêja yên hevalê me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin û careke din soz didin ku em ê ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê bê navber têbikoşin ku ev yek xewn û xeyala şehîdên me bû.

 

26’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemenîya HPG’ê