HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re

Di daxuyaniya 3'ê Tebaxê de me ragihandibûn ku 1'ê Tebaxê saet 02:10'an li herêma Navyanê Şaxa ya Şirnexê li dijî yekîneyeke Tirk a li nêzî Girê Misto ji çar baskan ve çalakiyeke berfireh hatiye kirin û 11 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de me diyar kiribûn ku dijmin piştî çalakiyê bi desteka hewayî dest bi operasyonê kiriye û 2'ê Tebaxê li herêma Besta Biluzerê ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûne. Ji ber vê bomberdûmanê bi giştî sê hevalên me yên leheng şehîd bûn.

18'ê Tebaxa 2018'an, artêşa TC a dagirker li mintiqeya Gilindor a qada Gundikê Remo ya li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyonê kir. Ji ber operasyonê şer qewimî û ji ber êrîşên hewayî hevalê me Aso Şaho şehîd bû.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Rojîn Jiyan

Nav paşnav: Nîgar Kamûranî

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Pexşon-Noşil

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

 

Rojin – Nigar Kamurani

Nasnav: Serkeft Gabar

Nav paşnav: Goran Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Kerkûk

Dayik-Bav: Fatma-Mûhammed Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

 

Serkeft – Goran Muhammed

Nasnav: Şiyar Sofî

Nav paşnav: Nûrettîn Alî Mûhemmed

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Vahbiye-Alî

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

 

Şiyar – Nurettin Ali Muhammed

Nasnav: Aso Şaho

Nav paşnav: Hamît Huseyîniyan

Cihê jidayikbûnê: Kirmaşan

Dayik-Bav: Mahsûltan-Mîrhusen

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

 

Aso – Hamit Huseyiniyan

Her çar hevalên me yên ji Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd şer kirin û şehîd bûn. Ev yek nîşan dide ku şoreşa Kurdistanê di afirandina ruhê neteweyî de têkilî û girêdaneke xurt daniye. Bi tevlîbûna me ya li çar parçeyên Kurdistanê re, her hevalên me bi hişmendiya neteweyî şer dikin û li dijî hêzên qirker-dagirker bi xurtî li ber xwe didin. Di serî de hevalên me Rojîn, Şiyar û Serkeft ên li Besta Biluzerê şehîd bûn û hevalê me Aso yê li Cûdî şehîd bû, bi vê hişmendiyê têkoşiyan bi sekneke fedayî heta kêliya dawî şer kirin.

Her hevalên me yên şehîd bûne şopeke watedar li nava têkoşîna me hiştine. Ji ber şehadeta wan, em ji malbatên hêja yên hevalên xwe û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku heta avakirina Kurdistan Azad ku xewn û xeyala şehîdan bû, bi rengekî bê eman em ê têbikoşin.

 

31’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê