Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
17'ê Mijdara 2018'an, ji ber êrîşa artêşa TC a dagirker a li ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Aso Kelar, Fedakar Diyadîn û Şoreş Kiçî şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Aso Kelar Nav paşnav: Aso Suleyman Salîh Cebbar Cihê jidayikbûnê: Kelar Dayik-Bav: Xewle-Suleyman Dem û cihê şehadetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn
|
Aso – Aso Süleyman Salih Cebbar
Nasnav: Fedakar Diyadîn Nav paşnav: Cezmî Gurses Cihê jidayikbûbûnê: Agirî Dayik-Bav: Nafya-Cemal Dem û cihê şehadetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn
|
Fedakar – Cezmi Gürses
Nasnav: Şoreşger Kiçî Nav paşnav: Firat Babat Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Fatma-Hamît Dem û cihê şehadetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn
|
Şoreşger – Fırat Babat
Di daxuyaniya xwe ya 20'ê Mijdara 2018'an de me ragihandibûn ku ji ber êrîşa hewayî artêşa TC a dagirker a 19'ê Mijdarê li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevalên me Firat Kandîl û Siyabend Farqîn şehîd bûne. Em niha agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan eşkere dikin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Firat Kandîl Nav paşnav: Abdulbas Ahmet Mûstafa Cihê jidayikbûnê: Hewlêr Dayik-Bav: Xatûn-Ahmet Mûstafa Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2018'an / Avaşîn
|
Fırat – Abdulbas Ahmet Mustafa
Nasnav: Siyabend Farqîn Nav paşnav: Fahrettîn Şen Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Hatûn-Seyfettîn Dem û cihê şehadetê ye: 19'ê Mijdara 2018'an / Avaşîn |
Siyabend – Fahrettin Şen
Her pênc hevrêyên me ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo û pêkhatina azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşîna şoreşê bûn, bi fedakarî û kedkarî timî xwestin li refên pêş bin û bi vî rengî bi erkê xwe yê demê rabûn. Ev hevrêyên me yên hêja xwestin di bîrdoziya jiyana a azad a Rêber Apo de xwe kûr û şareza bikin û berpirsyariyên girîng ji me re hiştin. Li dijî sîstema qirêj a ku dixwaze gelê me di warê fikir û ruhî de ji hev parçe bike, ev her pênc hevrêyên me bûn sembola yekîtî û têkoşînê. Bi bilindkirina ala azadiyê ku wan radestî me kirine, em dikarin xwedî li bîranînên wan derkervin. Li ser vê bingehê, destpêkê malbatên me yên hêja yên şehîdan bila serê gelê me yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê ala azadiyê ya wan radestî me kirin bigihînin asta serketinê. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li ser şopa Aso, Fedakar, Şoreşger, Firat û Siyabendan refên gerîla xurtir bikin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.
21’ê Çileya 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e