Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di dîroka gelê Kurdistanê de, di serhildana li dijî xiyanet, mêtingerî û dagirkeriyê de ev ruhê berxwedêr, hezkirina ji ax û azadiyê, cangoriya ji bo gelê xwe, her li pêş bû. Têkoşîna me ya azadiyê pêvajoyeke dîrokî afirandiye ku tevahiya gelê Kurdistanê li dor civiya ye, xwedî lê derdikeve û destketiyên mezin bi dest ve aniye.
Bi şiyara 'Rêberê azad û Kurdistana azad' em şehîdên xwe yên rê li ber vê pêvajoya dîrokî vekirine bi bîr tînin. Hevrêyên xwe Havîn (Sîrva Xanî), Brûsk (Ahmet Koçer), Koçer (Hadî Ateş) û Şerzan (Hasret Afşar) ku 8 û 12'ê Gulana 2017'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer û bomberdûmana artêşa TC a dagirker de şehîd bûn, bi bîr tînin. Şerê sala 2017'an serdemek bû ku dagirkeran bi rengekî bê perwa êrîş kirin. Berxwedan û lehengiya ku li dijî van êrîşan derketin holê, careke din nîşanî me dane ku ruhê serdemê divê çawa be. Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:
Nasnav: Havîn Rojhilat Nav paşnav: Sîrva Xanî Cihê jidayikbûnê: Dîvandere Dayik-Bav: Befraw-Nebî Dem û cihê şehadetê: 8'ê Gulana 2017 / Colemêrg
|
Havin – Sirva Xani
Nasnav: Brûsk Zerdeşt Nav paşnav: Ahmet Koçer Cihê jidayikbûnê: Efrîn Dayik-Bav: Naîme-Sefer Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2017 / Colemêrg
|
Brusk – Ahmet Koçer
Nasnav: Koçer Koçber Nav paşnav: Hadî Ateş Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Hamiyet-Bahattîn Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2017 / Colemêrg
|
Koçer – Hadi Ateş
Nasnav: Şerzan Zagros Nav paşnav: Hasret Afşar Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Asya-Suleyman Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2017 / Colemêrg |
Şerzan – Hasret Afşar
Wan, ji bo hêvî û hesreta gel a ji bo azadiyê, ji bo jiyana bi rûmet a gel biparêzin li dijî dewleta TC a faşîst şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Di serî de malbatên her çar hevrêyên me yên şehîd, bila serê tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be. Di şexsê her çar hevrêyên xwe de em careke din soz didin şehîdên xwe ku heta serketinê em ê bi rengekî bê eman têbikoşin.
27'ê Sibatê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê