Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Kurdistan, ji dîroka kevnar ve welatekî ku tim bi dagirkeriyê re rû bi rû mayî ye. Xwediyê vê xaka qedîm gelê Kurdistanê jî tim li dijî dagirkeriyê jiyana xwe bi berxwedanê honandiye. Mêtîngerên ku çav berdayî bedewî û dewlemendiyên vê xakê, her tim êrîş birine ser gelê me û xwestine ti nirxên gelê me li ser piyan nehêlin.
Lewre serdestan xwestiye Kurdan bînin rewşeke ku ji xwe şerm bikin. Li ser gelê me polîtîkayên zilm, zordarî, hovîtî, bişavtin, êşkence û komkujî pêk anîne û gotiye qey wê bi van pêkanînan gelê me ji holê rake.
Lê belê Tevgera Azadiyê ya gelê me ya bi pêşengiya Rêber APO ku li dijî zilm û dagirkeriyê serî hildayî, ev herîkîna serberjêr sekinandiye û hiştiye ku li vê xakê ji nû ve tovê hêvî, bawerî û azadiyê şîn bibe. Rastiya têkoşîna me ya bi gelek zehmet û zorî û bedelên giranbiha hatî honandin, îro li berbanga serkeftinê ye.
Bêguman ev nirxên hatî afirandin, destpêkê bi hewldana şehîdên me yên leheng û gelê me yê cefakar û ev leheng ji nav xwe deranîne, pêk hatine. Gelê Kurdistanê yê bi jin û mêr, ciwan û pîr heta zarokan, berxwedana yekpare derketî holê û bûyî nasnameya gelê Kurdistanê, jib o serkeftina vê têkoşîna azadiyê bedelên girabiha dane. Li dijî ferzkirinên dij mirovane yên mêtîngerî û dagirkeriyê, gelê me bi sedan ciwanên leheng ên li ber dilê xwe mezin kirî tevlî refên gerilayê azadiyê kirine û ewqas jî xwedî li şehîdên xwe derketiye û hemêz kirine.
Em hevrêyên xwe Devrîm (Devrîm Kara), Avaşîn (Melek Demiroglu) û Tolhildan (Medya Unver) ên di eniyên pêş ên vê têkoşînê de, di demên cuda de tevlî karwanê şehîdan bûyî, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ne:
Nasnav: Avaşîn Umut Nav û paşnav: Melek Demiroglu Cihê dayikbûnê: Colemêrg Navê dayik-bav: Halime - Eshet Cih û dîroka şahadetê: 9 Îlon 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Avaşin – Melek Demiroğlu
Nasnav: Devrîm Mazlûm Nav û paşnav: Devrîm Kara Cihê dayikbûnê: Şirnex Navê dayik-Bav: Azime - Osman Cih û dîroka şahadetê: 20 Şubat 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
|
Devrim – Devrim Kara
Nasnav: Tolhildan Agirî Nav û paşnav: Medya Unver Cihê dayikbûnê: Mexmûr Navê dayik-bav: Leyla - İhsan Cih û dîroka şahadetê: 18 Tîrmeh 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Tolhıldan – Medya Ünver
Zarokên gelê me yên leheng hevrê Devrîm, Avaşîn û Tolhildan hê di temenê ciwan de rastiya têkoşînê fêm kirine, ji bo wê di asta herî jor de ji bo azadiyê têkoşiyane. Bi Coşa xwe ya jiyanê, taybetmendiyên xwe yên kedkar, di nava hemû hevalan de bûne hevrêyên hatî hezkirin. Di heman demê de ji ber sekna xwe ya fedaî û xwe berpirsyardîtina wan a li ber kar û erkên partiyê her tim bûne mînak. Hevrêyên me Devrîm, Avaşîn û Tolhildan di têkiliyên hevaltiyê de jidil, li hemberî zor û zehmetiyên têkoşînê afîrînerî û têgihiştî, nêzikatiya nirxên partiyê de dilzîz û evîndarên dilsoz ên Rêber APO bûne. Şahadeta van hevalan, erk û binbariyên giran li ser milê me hevrêyên wan ên li pey wan mayî, bar dike.
Di serî de malbatên şehîdên me yên hêja, em ji gelê Botanê û tevahiya gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku em ê emanetê şehîdên xwe, azadiya Rêber APO û Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin.
26’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e