HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Têkoşîna me ya li dijî dewleta TC a faşîst û mêtinger tê kirin derbasî qonaxeke nû bûye. Li dijî êrîşên topyekûn ên faşîzma AKP-MHP'ê ya qirker-kujer, gel û tevgera me ketine nava pêvajoyeke topyekûn a berxwedanê.

Ev pêvajoya nû ku ji aliyê dîrokî ve wateyeke xwe ya mezin heye, bi berdêlên mezin tê kirin. Ewladên herî leheng û fedakar ên gelê me di oxira doza azadiyê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî hêzên artêşa Tirk a faşîst şer dikin û dem tê bi lehengî digihêjin asta şehadetê.

Bêguman herî zêde bi saya şehîdên me yên leheng têkoşîna azadiyê ya gelê me gihîştiye asta serketinê. PKK bi saya fedakarî û keda mezin a bi hezaran şehîdên leheng gihîştiye asta rûmeta partîbûnê û êrîşên dijmin çiqasî mezin dibin bila bibin, têk biriye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi moral û hêza îdeolojîk a mezin a ji PKK'ê û Rêbertî werdigirin, berdêlên mezin didin û ji bo gelê me bi serbilindî û bi rûmet bijî bi rengekî serketî bi erk û wezîfeya xwe radibin. Ji ber vê yekê dîroka têkoşîna PKK'ê di heman demê de dîroka lehengiyê ya gelê me û ewladên wê yên leheng e.

Hevalê me Rizgar hevalekî me yê leheng bû ku di emrê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji roja ku tevlî têkoşîna azadiyê bû û heta roja dawî ya şehadetê, di çarçoveya pêwîstiyên têkoşîna me de li gelek qadên şer bi rengekî serketî kar kir. Ji Zagrosan heta Amedê û Botanê li gelek herêman bi erk û wezîfeyê rabû û bi îradeya xwe ya şoreşgerî heq ji hemû zor û zehmetiyan derket. Hevalê me Rizgar bi keda xwe ya mezin fermandarekî hêja bû ku cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Bi taybetmendiyên xwe yên durust, fedakar, sade û dînemêr bi erka xwe rabû û wezîfeyên xwe yên şoreşê bi coş û kelecaneke mezin bi cih anî. Hemû hevrêyên wî jê hez dikirin û dixwestin pê re bixebite. Dilê wî bi hezkirin û edaletê dagirtî bû. Hevrê Rizgar li dijî dijminê ku dixwaze gelê me bike kole bi kîn û nefret bû û ev hêrsa xwe bi hişmendiya şoreşgerî xurt kir û bû xwedî kesayeteke xurt a têkoşînê. Şert û merc çi dibe bila bibe ji bo li dijî dijmin şer bike her tim li refên herî pêş cih girt, ji bo jiyana bi rûmet û azad xwe feda kir û berê xwe da şehadetê.

Em ê feakariyên mezin ên hevalê xwe Rizgar ti carî ji bîr nekin, xwedî li bîranînên wî derkevin û têkoşîna wî bi ser bixînin. Bi vî rengî wê her hebe. Bila serê malbata welatparêz a hêja ya hevalê me Rizgar, gelê me yê Geverê û temamiya gelê Kurdistanê sax be.

Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Rizgar Gever

Nav paşnav: Muslum Firtina

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gule-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Rızgar – Müslüm Fırtına

14’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê