Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyê xwe Eyup bi rêzdarî bi bîr tînin ku 3'ê Îlona 2018'an di bombardûman dewleta Tirk de şehîd bûbû.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Eyup wiha ne:
Nasnav: Eyup Dîgor |
Eyup – Hasan Sûbaşi
Hevrêyê me Eyup sala 1974'an li yek ji navçeyên welatparêz ên herêma Serhedê li Dîgorê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi naskirina têkoşîna azadiyê mezin bû. Dilê xwe bi hezkirina welêt û gel tijî bû. Ji ber siyaseta zext, zilm û xizanîkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger a li ser gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê, neçar ma ku bi malbatî koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Eyup li vê derê jî tevî malbata xwe tawîz ji welatparêziya xwe neda û bi taybetmendiya xwe ya welatparêziyê li ser piyan ma. Di heman demê de taybetmendiyên xwe yên civakî parast.
Hevrêyê me Eyup ku ciwanekî Kurd ê kedkar û welatparêz bû, baweriya xwe pê anî ku divê ji bo gel û welatê xwe têbikoşe û di navbera salên 1996-2000'î de bi rengekî çalak tevlî karên ERNK (Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê) bû. Bi wêrekî û biryardariyeke mezin ev kar kir û dema li metropolên Tirkiyeyê bû lid ijî dijmin sekneke şoreşgerî ya şareza nîşan da û dîwarên mêtingeriyê qul kir. Bi taybetî di dema komploya navneteweyî de ya li dijî Rêber Apo hate kirin, weke yek ji pêşengên serhildanên dîrokî yên gelê Kurd bi rola xwe rabû. Hevrêyê me Eyup bû ciwanekî Kurd ê milîtan ku derbên mezin li mêtingeran xist û ev taybetmendiya xwe di her çalakiyan de nîşan da. Piştre bi pirsgirêkên hevrêyên me yên li zindanan û welatparêz re eleqedar bû, rêxistinbûyîna pêwîst kir û bi berpirsyariya vî karî rabû. Dorpêçiya dewleta Tirk têk bir û bêyî ku ji aliyê dijmin ve bê girtin karên şoreşgerî bi rengekî profesyonelî meşand.
Piştî ku derfet nema li metropolan karê şoreşgerî bimeşîne, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û sala 2001'ê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Eyup ku şoreşgerekî profesyonel bû, zû bi çiyê re bû yek û bû gerîlayekî şareza. Piştî ku li Qendîl, Zap, Xakurkê û Behdînanê ma û bi berpirsyarî rabû, weke fermandarekî derbasî qada Zagrosê bû. Di nava partiyê de cudahî nexist nava ti karî û her kar bi eşqeke mezin bi pîvana serketinê meşand. Nirxên ku gel û partiya me bi kedeke mezin afirandin, mîna çavê xwe parast û kesayetiya serfkar a modernîteya kapîtalîst ji binî ve red kir û kesayetiya PKK'ê ya afirandina nirxan timî ji xwe re kir esas. Bi van taybetmendiyên xwe weke fermandarekî mînak bi salan li Zagrosê kar kir. 3'ê Îlona 2018'an di bombardûmanê de şehîd bû.
Hevrêyê me Eyup ku bi kesayetiya xwe ya cihê baweriyê bi berpirsyariyên girîng û wezîfeyên stratejîk rabû, bandor li her hevalî kir û bi sekn û jiyana xwe perwerde kir. Bi fedakarî, kedkarî û moralê xwe yê bilind, bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan, gel û nirxên partiyê wê ji bo me hevrêyên wî timî bibe mînak.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Eyup em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Dîgorê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Ji bo bîranîna hevrêyê me Eyup, em soz didin ku têkoşîna hilanîna tola şehîdan em ê bi ser bixînin.
9’ê Îlona 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê