HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Me di daxuyaniya xwe ya di 12’ê Tebaxê de diyar kiribû ku di 11’ê Tebaxêd e rêhevalê me Agît Garzan ê ku di Fermandariya Eyaleta Xakurkê de cih digire û bi rayedarên hikumeta Iraqê hevdîtin dikir, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ku hêzên Iraqê kiribû hedef, şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav:Agît Garzan

Nav û paşnav: Mûrat Kalko

Cihê jidayikbûnê: Qers

Navê dê û bav: Xezal – Nûrettîn

Cih û dîroka şehadetê: 11’ê Tebaxa 2020’an / Xakurkê

Agit – Murat Kalko

Gotina Rêber Apo dibêje ‘Me wekî kolandina bîrê ya bi derziyê ev tevger ji tunebûnê ava kir’ dîroka kurt a têkoşîna azadiyê ye. PKK tevgera serfiraziyê ya gelekî di xew de bû û bi felsefeya jiyana nû ya Rêber Apo hişyar bûye. Qehremanên pêşeng ên vê têkoşîna pîroz di şertên herî dijwar de, xwe feda kirine û zemîna têkoşînê ava kirin. Şehadeta rêhevalê me Agît Garzan jî vê rastiyê derdixe holê.

Rêheval Agît Garzan li çiyayên Kurdistanê bi qasî temenekî têkoşiyaye û di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de bûye xwediyê kedeke mezin. Rêheval Agît di sala 1975’an de li Qersê ji dayik bûye û di sala 1993’an de li Xerzanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlê bûye heta şehadetê bûye xwediyê berxwedaneke bênavber. Rêheval Agît pratîka xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li Xerzanê kiriye û piştre jî 18 salan li Zagrosan gerîlatî kiriye. Piştî vê tecrubeyê berê xwe daye Botanê. Rêheval Agît li her qadê bi kesayetiya xwe ya kedkar, girêdayina bi rêhevalan hatiye naskirin. Di 27 salên gerîlatiyê de tevlî gelek çalakiyan bûye, gelek caran birîndar bûye lê rojekê jî çiyayên azadiyê dûr neketiye. Bi girêdayîbûna xwe ya şehîdan, Rêbertî û gelê Kurd ê berxwedêr her dem di eniyên pêş de cih girtiye.

Malbata hêja ya rêheval Egîd di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi ruhê berxwedanê yê ku rêheval Agît daye me, em ê têkoşîna xwe bigihînin serfiraziyê.

2. 26’ê Tîrmehê di saetên sibê de artêşa TC’ê ya dagirker li devera Stûna ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi desteka kontrayan li herêmê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye. Di vê operasyonê de şer di navbera hêzên me û artêşa TC’ê de qewimî. Di vî şerî de 2 leşker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Hevrêyên me yên bi navê Delîl û Şervan ên bi lehengî li dijî yekîneyên dagirkeran şer kirin şehîd bûn.

3. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronaya de 11’ê Tebaxê saet 18:00’an li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndarkirin nehate zanîn.

Dîsa di çarçoveya pêngavê de Yekîneyên KBDH’ê 12’ê Tebaxê li Girê Xeregol ê girêdayî Çelê li dijî yekîneyên dijmin çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de ku çeper û kozikên dijmin hatin hedefkirin, çeperek hate rûxandin, leşkerek hate cezakirin.

4. Hêzên me 11’ê Tebaxê saet 19:00’an, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li devera Kêre Eynika ya girêdayî Herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve li dagirkeran hate dayîn, 6 leşker hatin cezakirin, leşkerek jî birîndar bûye. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye.

5. 11’ê Tebaxê saet derdorî 02:00’an de artêşa TC’ê li devera Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa TC’ê heta sibehê dever bombe kiriye, di vê bomberdûmanê de hevrêyên me yên bi navê Destan û Rêber şehîd bûne.

13'ê Tebaxê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê