Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hêzên me 17’ê Îlona 2020’ê li dijî hêzên dagirker ên li Girê Şehîd Bîlal yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyeke bi bandor kirin. Hevrêyên me Berxwedan û Gaber ên bi şêwazê fedayî pêşengtî ji çalakiyê re kirin û derbên giran li dagirkeran da, bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Berxwedan Kiçî |
Berxwedan – Nûrullah Ekeren
Nasnav: Gabar Qendîl |
Gabar – Merwan Valî
Hevrê Berxwedan li herêmeke ku bi welatparêzî û berxwedaniya xwe tê nasîn hatiye dinê. Bi çanda qedîm a berxwedanê ya Botanê mezin bûye. Li dijî êrîşên faşîst ên mêtinger ên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd tê kirin, dizane yekane rêya têkoşîna li dijî vê kirin û gihiştina serketinê, mezinkirina berxwedana gerîla ye û sala 2015’an tevlî nava refên azadiyê dibe. Hevêr Berxwedan ê bi pratîk û sekna xwe çanda berxwedana Botanê dide nîşandan, her demê li dijî dijmin, bi zanabûna tolhildana mezin a ji dijmin, xwe ji nû ve avakiriye, gihandiye asta gerîlayê pispor. Di çalakiya dawî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de, hevrê Berxwedan ketiye çeperên dijmin, derbên giran li dijmin daye, bi kesayetiya xwe ya milîtan a fedayî ya Apogeriyê bûye sembol.
Hevrêyê me Gabar jî li Kobanê ya ku bi berxwedana xwe li cîhanê destan nivîsandiye di nava malbatekî welatparêz de hatiye dinê. Zanabûna netewî û çanda berxwedanê bi felsefeya Apogeriyê re kiriye yek, gihiştiye wê yekê ku rizgariya gelê Kurd û azadiya wê bi têkoşînekî xurt mimkûne. Di wê çarçoveyê de sala 2017’an tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrê Gabar ê di mijara naskirin û têkoşîna li dijî dijmin de xwe pir kûr kiriye, di demekî kin de di pratîka gerîla de bûye xwedî ezmûn. Hevrê Gabar ê bi kelecanî û sekna xwe ya dilnizmî tê zanîn, ji bo tim di refên pêş de be, ketine nava hewldanên mezin û heta kêliya dawî ya jiyînê jî berxwedanekî bê eman kiriye û cihê xwe yê pîroz di nava fedayiyên Kurdistanê de kiriye.
Wê tim ruhê êrîşê yê hevrê Gabar û Berxwedan ji bo me di têkoşîna azadiyê de bibe çiraya ronîkirina rêya me ya serketinê. Li ser vî bingehî di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên birêz û hemû gelê welatparêz re dixwazin û soz didin ku wê hesreta wan di têkoşîna me de bijîn.
14’ê Mijdara 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê