HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Gelê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran, kevneşopiyeke mezin a berxwedanê daye mirovahiyê û gelên herêmê. Gelê Kurd bi rengekî vekirî nîşan da ku parastina hebûn, rûmet û azadiyê bi berxwedanê dibe û bi berxwedana xwe ya dîrokî xeta serketinê nîşanî gelên herêmê daye.

 Xeta serketinê bi saya şehîdan ku bi ruhê canbexşane li dijî dijmin şer kirin hate afirandin. Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li vê sekna berxwedêr û dîrokî ya gelê Kurdistanê derketiye û nîşan daye ku wê ti carî dest jê bernede.

Di şerê me yê sala 2017'an ê dijî dîktatoriya faşîst de, hevrêyên me Boran, Hogir û Şervan ên ji kevneşopiya gelê berxwedêr hatin, dema ku têdikoşiyan tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevalên Hogir, Şervan û Boran ku li nava welatparêziyê mezin bûn û rastiya Kurdistanê ji nêz ve nas dikirin, dîtin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo dibe û bi vî rengî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn. Bi kesayetiyên xwe yên durust, têgihiştî, fedakar û serketî, cihê xwe di dil û mejiyê hevrêyên xwe de girtin. Ev hevrêyên me yên hêja bi coşa xwe ya bicihanîna wezîfeyên partiyê de bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Ji ber van windahiyên hêja, di serî de ji malbatên me yên hêja, gelê Şirnexê yê welatparêz û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heta bicihanîna armancên wan em ê bi rengekî bê eman têbikoşin.

Nasnameyên Şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Boran Demhat

Nav paşnav: Cengîz Yorgûn

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Feyrûz-Hadî

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Boran – Cengiz Yorgun

Nasnav: Hogir Bilikî

Nav paşnav: Cahît Ûgûr

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Emîne-Haci

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hogır – Cahit Uğur

Nasnav: Şervan Cûdî

Nav paşnav: Nebî Atak

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Ayşe-Hamît

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Şervan – Nebi Atak

28’ê Sibatê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e