HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di dîroka xwe de ya ku bi berxwedaniyeke mezin afirandî, şahidî ji lehengiyên bêhempa re kiriye. Li dijî bêbîrhiştin û îmhayê ya ku li ser civaka Kurdistanê tê ferzkirin, koma milîtanên fedaî ku hêviyên gel dane ser milê xwe, ne ku tenê berpirsyariyên xwe yên sincî û wijdanî bi cih tînin, her wiha bi bawerî û biryardariyeke qeyîm têkoşîneke vînê jî didin.

Em hevrêyên xwe Newal, Evîn û Têkoşîn ên ku pir baş pê serwext bûbûn ku azadî berdêlên giran hewce dike, di vê rêkê de dema ku têdikoşîn û şehîd bûn, bi bîr tînin.

Nasnameyên Şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Newal Rustem

Nav Paşnav: Perîhan Turan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dê û Bav: Mume - Ferhem

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Tîrmeh 2017 / Şirnex

Newal – Perihan Turan

Nasnav: Evîn Xemlîn

Nav Paşnav: Dîmen Demîr

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dê û Bav: Nahîde - Selîm

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 26 Îlon 2018 /Qadên Parastinê yên Medyayê

 

Evin – Dimen Demir

Nasnav: Tekoşîn Karker

Nav Paşnav: Nazli Komuş

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dê û Bav: Halide - Sertîf

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 26 Îlon 2018 / Qadên Parastinê yên Medyayê

Tekoşin – Nazlı Kömüş

Hevrêyên me Newal, Evîn û Têkoşîn, hêviyên gelê Kurdistanê li milê xwe kirine, bi rêka azadiyê ketine û bi baweriyeke zexm xwe li têkoşînê pêçane. Ev hevrêyên me yên qedirbilind ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi fedaî şer kirine û şehîd bûne, ji dema ku tevlî nav gerîla bûne, bi baweriya xwe ya bi azadiyê, fedakarî û dilsoziyê bûne mînakên girîng. Hevrêyên me ku li dijî modernîteya kapîtalîst û hişmendiya zilamserwer bi pîvanên jina azad û jiyana şoreşger, ji bo ku her tim bi pêş bikevin, kêferat kirine, di nav têkoşînê de ya bi dirûşma Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad, gavên mezin ên şoreşgerî dane ber xwe û bûne xwedî rist."

Em careke din hevrêyên xwe Newal, Evîn û Têkoşîn bi hurmet bi bîr tînin, em sersaxiyê didine malbatên Turna, Demîr û Komuş ên welatparêz, em sond dixwin, heta ku îdealên jiyana azad a şehîdên xwe bi cih bînin têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.

19’ê Sibatê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e