Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê
Gelê Kurdistanê di dîrokê de her dema ku li dijî dagirkeriyê serî hildaye, bi giyanekî berxwedêr, bi hezkirina azadiyê û niştiman mirovên leheng ku xwe fedayî gelê xwe kirine, ji hembêza xwe vejandiye. Têkoşîna van mirovên leheng û berxwedaniya ku kirin, îro têkoşîna azadiyê ya gelê me anîne ber serkeftinê û gelê me jî li dor Rêbertî û şehîdan bi hişkî bi hev ve girêdaye.
Em şehîdên xwe yên ku bi dirûşma Rêbertiya Azad û Kurdistana azad bi rê ketin û di destkeftiyên pêvajoya dîrokî de xwedî rolên mezin in, bi bîr tînin, em bibîranîna hevrêyên xwe Çekdar, Dijwar, Kerem û Nûdem ku 21'ê Adara 2018'an, di bombebaran artêşa dagirker a TC'ê de, ya bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne, ji bo xwe mîna peywirê dibînin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Çekdar Kerboranî Nav û Paşnav: Kazim Çelebî Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik - Bav: Şirîn - Yûsûf Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an
|
Çektar – Kazım Çelebi
Nasnav: Dijwar Zerdeşt Nav û Paşnav: Abdullah Salman Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik - Bav: Hatîce - Mahmût Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an
|
Dıjwar – Abdullah Salman
Nasnav: Kerem Huseyîn Nav û Paşnav: Hesen Îmam Cihê Jidayikbûnê: Kobanê Navê Dayik - Bav: Emîne – Azedîn Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’a
|
Kerem – Hesen İmam
Nasnav: Nûdem Penaber Nav û Paşnav: Nûdem Tûrgût Cihê Jidayikbûnê: Nînova Navê Dayik - Bav: Beyaz - Mahîr Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an
|
Nudem – Nudem Turgut
Her çar hevrêyên me jî ji bo azadî û jiyaneke birûmet, ji bo gelê me li dijî hêzên dagirker biparêzin di nav refên gerîla de tevlî nav karwanên şehîdan bûne. Di serî de malbatên hêja ên çar hevrêyên me, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku di şexsê hevrêyên me yên şehîde em ê Têkoşîna Azadiya Kurd bi serfiraziyê tacîdar bikin û em careke dî şehîdên xwe bi bîr tînin.
10’ê Cotmehê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê