HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

1. 14'ê Cotmehê hêzên me li qada Çepera Şêxa ya Çelê ya Colemêrgê dema ku li ser peywira xwe bûn, artêşa Tirk bi obûs û topên hawanan qadên ku hevalên le bûn bombe kirin.

Di encama vê bombebaranê de hevalê me Bilind Qamişlo şehîd bûye.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Bilind Çiya

Nav û Paşnav: Brûsk Îbrahîm

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Navê Dayik – Bav: Sedîka - Îbrahîm

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 14’ê Cotmeha 2018’an

 

Bılınd – Brusk İbrahim

2. 26'ê Cotmehê saet 05.00'an balafirên şer tên artêşa Tirk geliyê Elî Dirêj a Sidekanê ya li nav xaka Başûrê Kurdistanê bombe kirine.

27'ê Cotmehê (îro) saet 09.00'an balafirên şer tên artêşa Tirk ya dagirker girê Silêman ê li herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di encamê de ti ziyan negihaştiye gerîlayên me.

 

27’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê