Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Roja 7’ê Adara 2023’yan di êrîşa dijmin a li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de pêk hat, hevrêyê me Serhed Têkoşîn şehîd bû.
Hevrêyê me Serhed ji kêliya ku tevlî refên gerîla bû heta şehadeta xwe xwedî beşdariyeke xurt û meşeke bênavber bû. Hêza azadiyê ya di dilê wî de şewq da hemû jiyana wî û bû mîlîtanekî baş ê Apoyî. Hevrêyê me yê hêja ku ji Xakurkê heta Garê û Zapê li gelek herêman şer kir, di çalakiyên bêhejmar de cih girt û derbên giran li dijmin da. Digel taybetmendiya xwe ya şervanekî wêrek bi hevrêtiya xwe ya bi hêz jî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.
Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja yê hevrêyê me Serhed re ku mîraseke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hiştiye û ji hemû gelê welatparêz ên Erzirom û Kurdistanê re dixwazin.
Agahiya nasnameya hevrêya me Serhed Tekoşîn wiha ye:
|
Nasnav: Serhed Tekoşîn |
Serhed Tekoşîn – Semih Kaya
Hevrêyê me Serhed li navçeya Qereyazî ya Erziromê, di malbateke ji eşîra Berazî ya welatparêz û xwedî nirxên civakî de hatiye dinê. Hevrêyê me yê ku bi moral û çanda ku ji malbata xwe wergirtiye mezin bûye, di temenê xwe yê biçûk de erkên civakî hilgirtiye ser milê xwe. Hevrêyê me Serhed weke her zarokê Kurd ê li Kurdistanê, pêşî rastiya dijmin di dibistana ku xwendibû de dît, piştre bi polîtîka û amûrên qirkirinê yên dijmin re rû bi rû ma. Ji ber vê sedemê hevrêyê me di zarokatiya xwe de dest bi nakokiyan kiriye, ji bo bersiva van nakokiyan bibîne zû dest bi lêgerînê kir. Ji malbat, gund û derdora wî ya nêz de tevlîbûnên nava refên gerîla hişt ku hevrêyê me Serhed partiya me PKK'ê nas bike. Jiyana li cihekî weke Erziromê ku zexta dijmin a li ser gelê me di asteke bilind de ye û her roj rastî van zext û êrîşên dijmin tên, bû sedem ku hevrêyê me Serhed hê zêdetir xwedî li nirxên Kurdan derkeve. Di heman demê de partiya me ya ku gelê me weke tevgera azadiyê dibîne, bi vê hişmendiyê hewl da ku zêdetir xwedî li PKK’ê derkeve û fêm bike. Hevrê Serhed têkoşîna me ya azadiyê û şerê li Kurdistanê kêlî bi kêlî dişopand, wisa difikirî ku weke ciwanekî Kurd divê erk û berpirsyariya xwe ya di misogerkirina azadiya gelê me de bi cih bîne. Li ser vê bingehê hevrêyê me dev ji dibistanên dijmin berda, tevlî xebatên ciwanên welatparêz bû.
Hevrêyê me demeke dirêj weke şoreşgerekî profesyonel di nava xebatên ciwanan de cih girt, ji bo hişyarkirina ciwanên Kurd û tevlîbûna nava refên azadiyê kedeke girîng da. Hevrêyê me Serhed ê ku bi saet û rojan dixebitî ku her ciwanekî ku pêre têkeve nava têkiliyê, hişyar bibe û rastiya dijmin baştir fêm bike. Hevrêyê me Serhed ku di her kêliyê de armanc dikir ku têkoşîna xwe berfireh bike, piştî demeke dirêj di nava xebatên ciwanan de derbas bû, biryar da ku têkoşîna xwe weke gerîla li çiyayên Kurdistanê bidomîne. Li ser vê bingehê di 15’ê Sibata 2014’an de ku ji bo gelê me rojeke reş e, salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û Tevgera me bû û weke Roja Qirkirina Kurd di dîrokê de cih girt, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Serhed weke ciwanekî Kurd bi tevlîbûna nava refên gerîla bersiv da hêzên komploger, di kêliya tevlîbûna gerîla de careke din nîşan da ku dijmin bi tu awayî nikare bi ser bikeve. Li ser vê bingehê hevrêyê me Serhed berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Xakurkê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Serhed li herêma Xakurkê perwerdeya xwe ya yekemîn di gerîlatiyê de dît, bi vê perwerdeya bingehîn di demeke kin de xwe adapteyi jiyana gerîla û çiyê kir. Hevrêyê me dizanibû ku ji bo bersivê bide daxwazên azadiyê yên gelê me divê di aliyê îdeolojîk û leşkerî de xwe bi pêş ve bibe, her kêliyê ji bo pêşvebirina xwe hewl da.
Hevrêyê me Serhed mîna her milîtanekî Apoyî xwedî ruhekî fedaî bû, pê hesiya ku ji bo bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser gelê me, divê di şêwaza şerê gerîla de bibe pispor. Ji bo vê jî hevrêyê me ji hevalên xwedî tecrûbe sûd wergirt û bi konsantrebûna xwe ya xurt bû milîtanekî Apoyî yê jêhatî. Hevrêyê me Serhed ku ji sala 2015’an û vir ve li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Tevgera me bi awayekî aktîf li ber xwe da, bi taybetî di sala 2016’an de li herêma Xakurkê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Serhed di van çalakiyan de bi ruhê êrîşkar ê bilind ji aliyê hemû hevalan ve ji xwe re bû mînak. Hevrêyê me di van çalakiyan de ji sîng û piyên xwe birîndar bû. Ji bo têkoşîna xwe hîn bi biryartir bidomîne, bi tu awayî vê yekê weke astengî nedît û tevlîbûna xurt esas girt. Hevrêyê me di sala 2018’an de li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser axa Xakurkê bi fedaî li ber xwe da, di vê pêvajoya şer de ku destanên lehengiyê yên mezin lê qewimîn, roleke girîng lîst. Hevrêyê me li herêma Xakurkê tu cihekî ku neçûyê nehiştiye, bi leza xwe ya bilind, bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî û hêrseke mezin a li hemberî dijmin piştrast kiriye ku derbên giran li êrîşên dagirkeriyê hatine xistin. Hevrêyê me di êrîşên dijmin de ji gelek cihên xwe birîndar bû, bi heman tevlîbûna bibiryar û bi îrade şerê xwe berdewam kir.
Hevrêyê me Serhed di pêvajoya şer a pêşketinê de fersenda beşdarbûn û şêwaza şer a hem xwe û hem jî hevrêyên xwe dît, ji vê pêvajoya şer encamên girîng derxist. Hevrêyê me digot ku hemû hevrêyên wî xwedî ruhekî fedayî, fedekarî û wêrekiyeke bilind in. Hevrêyê me digot pêwîst e di taktîkên gerîla de hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêyê me bi baweriya ku tenê bi vî rengî dikare derbên giran li dijmin were xistin, ji bo xwe di şêwaz û taktîkên gerîlatiya serdema nû de pêş de bibe, beşdarî perwerdeya pisporiya leşkerî bû. Hevrêyê me Serhed ku bi tecrubeyên xwe yên şer hîn bêhtir perwerdehiya xwe dewlemend kir, di kesayeta xwe de geşedanên girîng afirand. Hevrêyê me di gelek taktîkên gerîla de pispor bû. Li ser vê bingehê hevrêyê me Serhed demeke dirêj bi perwerdekirina hevrêyên xwe re eleqedar bû, ne tenê bi perwerdekirina hevrêyên xwe re hişt ku şerê me yê li dijî dagirkeriyê mezin bibe, di heman demê de bi perwerdehiyê xwe ji pratîkeke şer a mezin re amade kir.
Hevrêyê me Serhed perwerdeya xwe bi awayekî serketî bi dawî kir, berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya ku êrîşên dagirkeriyê lê dijwar bûn û li vir beşdarî berxwedana dîrokî bû. Hevrêyê me Serhed li vir bi hevrêyên xwe re bi fedaî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin pêşwazî kir, derbên giran li dijmin xist û bêserûberiya milîtaniya Apoyî careke din nîşanî dijmin da. Hevrêyê me Serhed ji bilî serkeftinê tu tiştekî din ji bo xwe qebûl nekir, bi dilsoziya xwe ya ji bo armanca xwe, bi şêwaza xwe ya israra serkeftinê, bi hurmet û hezkirina xwe ya kûr li ser hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re têdikoşiya, bandoreke bêhempa afirand. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hemû şehîdên me, bi pêşengiya hevrê Serhed bigihînin serkeftinê.
9’ê Sibat a 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG